Avakirina komînan li Mergeda dest pê kirin

Avakirina komînan li bajaroka Mergeda ya kantona Hesekê dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de 3 komîn hatin avakirin.

Avakirina komînan li Mergeda dest pê kirin
2 îlon, 2018   17:17

HESEKÊ

Bi hevkariya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), xebatên avakirina komînan li gundên bajaroka Mergeda ya kantona Hesekê dest pê kirin.

Bi armanca avakirina komînên gundên, Kişkiş, Kişkiş Cibûr û Ziyanata civîn hatin lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kirin. Di civînan re girîngî û rola komînan hatin destnîşan kirin.

Ji bo hilbijartinan rêveberên komînan jî hilbijartin hatin kirin. Hevserok hatin hilbijartin û komîteyên "Parastin, Lihevanîn, Xizmetguzarî, Ciwan, Aborî û Jin" hatin avakirin û endamên wî hatin diyarkirin.

Civîn bi bersiva pirsên şêniyan li ser mijarê bi dawî bûn.

ANHA