Parêzerên Cizîrê Tirkiyeyê li dadgehên navneteweyî gilî dikin

Hejmareke parêzerên herêma Cizîrê diyar kir ku ew dosyayekê amade dikin ku tê de destdirêjî û kirinên dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê tên belgekirin û dê pêşkêşî dadgehên navneteweyî bikin. Parêzeran destnîşan kir ku divê dadgehên navneteweyî li hemberî van sûcdariyên wekî kuştin, revandin, talankirin û koçberkirina welatiyên Efrînê dewleta Tirk ceza bikin.

Parêzerên Cizîrê Tirkiyeyê li dadgehên navneteweyî gilî dikin
2 îlon, 2018   11:13

QAMIŞLO / KELSÛMA ELÎ – SEYDO ÎBO

Di çarçoveya nîqaşên sêyemîn konferansa parêzerên herêma Cizîrê de, mijara destdirêjiyên dagirkeriya Tirk û komên çete yên girêdayî wê li dijî welatiyên Efrînê sereke bû. Parêzeran diyar kir ku pêwîst e asta xebatên xwe ji bo amadekirina dosyayekê girêdayî vê mijarê û pêşkêşkirina wê ji dadgehên navneteweyî re li dijî Tirkiyeyê were bilindkirin.

Hin ji van parêzeran di çarçoveya çalakiyên sêyemîn konferansa parêzerên herêma Cizîrê de ji ajansa me ANHA'yê re axivîn.

Tirkiyeyê hemû pîvanên navneteweyî li Efrînê binpê kirine

Endamê Rêveberiya Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Idrîs Îso dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û got ku Tirkiye bi van kirinên xwe hemû qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike û wiha anî ziman: "Tirkiye û komên çete yên girêdayî wê hemû pîvanên navneteweyî binpê kirine û der heqê welatî û axa Efrînê de sûcên mezin pêk anîne. Tirkiye li rex çalakiyên kuştin, revandin, talan û destdirêjiya li hawîrdora Efrînê hewl dide demografyaya Efrînê jî biguherîne." Îso bang li dadgehên navneteweyî kir ku Tirkiyeyê ji ber van sûcdariyan ceza bike.

Şûnwar û deverên dîrokî yên Efrînê hildiweşînin

Idrîs Îso di berdewama axaftina xwe de got artêşa Tirk destdirêjiyên dermirovî li herêma Efrînê pêk tîne û şûnwar û deverên dîrokî yên Efrînê hildiweşîne. Îso bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî der barê rewşa Efrînê de bi tundî şermezar kir û bang li azadîxwazan kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê tê bikoşin.

Amadekirina dosyayên qanûnî têkildarî destdirêjiyên Tirkiyeyê

Îso piştrast kir ku ew niha ji bo amadekirina dosyeyên qanûnî ku destdirêjî û kirinên Tirkiyeyê der heqê welatiyên Efrînê de tên belgekirin û dê radestî dadgehên navneteweyî bikin û wiha domand: "Divê destên bi xwîna welatiyên me bûne, bêne cezakirin û hemû dagirker ji axa me bêne qewitandin. Her wiha divê alîkarî li kesên ku ziyan ji ber van destdirêjiyan dîtine, were kirin."

Der barê heman mijarê de parêzer Eynûr Paşa diyar kir ku berpirsyariya hiqûqî wan neçar dike ku rewşa Efrînê li ber çavan bigirin û wiha got: "Erka me hemûyan e ku em wek parêzer rewşa Efrînê di ber çavan re derbas bikin û em ê bi riya Dîdargeha Hiqûqnasên Sûriyeyê li Cezîrê destdirêjî û kirinên Tirkiyeyê der heqê welatiyên Efrînê de pêşkêşî dadgehên navneteweyî bikin. Me hin destdirêjiyên Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê belge kirin û niha komîteyek di vê mijarê de hatiye erkdarkirin."

Eynûr Paşa piştrast kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê berûvajî qanûnên navneteweyî ye û got ku bêdengiya navneteweyî nîşana beşdarbûna wan di dagirkirina Efrînê de ye.

Parêzerê bi navê Mihemed Emîn girêdayî heman mijarê wiha got: "Divê hemû parêzer û hiqûqnas li derdora doza Efrînê kom bibin û ji bo qewitandina dagirkeran û vegerandina welatiyên Efrînê xebatên xwe bidin meşandin."

Mihemed Emîn got ku ew wek parêzer rewşa Efrînê baş dişopînin û pêşkêşkirina dosyayekê der barê destdirêjiyên li Efrînê de ji dadgehên navneteweyî re mijara wan a sereke ye.

ANHA