Hebûna Tirkiyeyê li Idlibê demkî ye

Hebûna Tirkiyeyê li Idlibê demkî ye
2 îlon, 2018   09:18

Dr. Muhîb Saliha

Tu aliyên aloziya Sûriyeyê hincetên Idlibê bi tena xwe wernagirin. Idlib parêzgeha zeytûnê ya bakurê rojavayê Sûriyeyê ye û bi deh hezaran leşkerên opozîsyona îslamî ya çekdar ên wekî Cebhet El-Nusra ya girêdayî rêxistina El-Qaîde tê de hatine bicihkirin. Her wiha bi sed hezaran welatiyên sivîl ku ji deverên cuda yên Sûriyeyê hatine koçberkirin tê de bi cih bûne û nêzî 2 milyon welatiyên resen li vir dijîn. Li vir dijberiyên hemû dewletên xwedî bandor di aloziya Sûriyeyê de diyar dibin û çavbirçîbûna hin dewletan li ber bidawîbûna şer û destpêkirina razemeniyên siyasî û aborî zêde dibin.

Her du al; hikumet û opozîsyona îslamî ya çekdar, banê gumanên xwe ji şerê Idlibê bilindtir dikin û helwesta xwe ya çapemenî li dijî hevûdu dijwartir dikin û li benda biryara şer ku li ser agirê berjewendiyên navneteweyî tê amadekirin, dimînin. Serdana wezîrê parastinê yê Îranê ya li Sûriyeyê bi rêya balafirgeha Helebê bêyî merasîmên pêşwaziyê peyamên ber bi gelek aliyan ve ne. Peyama yekemîn dualî ye; ji Şamê re ye ku hikumeta Şamê dê lêçûna bidawîkirina rola wê yan lawazkirina rola wê bide. Her wiha beşdarbûna wê di şerê li dijî opozîsyona îslamî ya çekdar de li Idibê girêdayî hebûna rola  wê ye. Şamê peyam wergirt û bi Tehranê re hevpeymaneke jinûveavakirina artêşê û biçekkirina wê îmze kir.

Qayîşkêşiya Îsraîl û Îranê

Aliyê peyamê yê din ji Îsraîlê re ye û bi bîr dixe ku Îran dê di Sûriyeyê de bimîne û asta hebûna wê girêdayî hevpeymana hikumeta Sûriyeyê bi Amerîkayê re ye. Til Evîv peyam wergirt û bi peyameke dualî bersivand, ji Şamê re diyar dike ku balkişandina wê di Sûriyeyê de tenê ji bo ewlehiya xwe ye û hemû hevpeymanên beriya bidawîbûna şer wê eleqedar nakin, ango ew tenê li gorî hevpeymana bidawîkirina pevçûnan a 1974'an tev digere. Ji Tehranê re diyar dike ku hevpeymanên di navbera wê û Şamê de ku hebûna wê di Sûriyeyê de diçespîne, nas nake û dê bi hemû hêz û derfetên xwe li dijî vê hebûna leşkerî ya Îranê tev bigere. Peyama duyemîn ji Rûsyayê û Tirkiyeyê re ye ku dê hevpeymaneke siyasî di navbera wan de hêsan bike û Idlibê û herêmên rojavayê çemê Firatê ji şer biparêze da ku lêçûnên şer nedin û projeya Amerîkayê li rojhilatê Firatê xurt bike. Di asta herî jêr de eger li hev bikin û bi taybet di xebatên leşkerî de ji bo derxistina Cebhet El-Nusra ji hevkêşiya Idlibê, bêguman dê alîkariya vê rêbazê bike da ku ew jî di Sûriyeyê de bimîne û di danûstandinên paşerojê de yên bi Amerîka re bêne çespandin.

Tirkiye asê dibe

Tirkiye bawer dike ku hebûna wê ya leşkerî li parêzgeha Idlibê derfeta eniyeke leşkerî ya berfireh ji wê re peyda dike, ji aliyekî ve devereke serweriyê ya hemdem li bakurê rojavayê Sûriyeyê  jê re peyda dike û ber bi kûraniya axa Sûriyeyê ve diçe û Hevpeymana Edeneyê ya sala 1998'an têra xwe nabîne da ku piraniya koçberên Sûriyeyê di nava xwe de bihewîne. Ji aliyekî din ve rê li pêşiya firehbûna projeya Rêveberiya Xweser a Federalîzmê ber bi rojavayê Firatê ve digire. Lê Tirkiyeyê guman nekir ku hebûna wê ya leşkerî di Idlibê de dê veguhere barekî giran li ser milên wê di hemû çalakiyên siyasî yên girêkok ji ber rewşa şer û siyasî ya Idlibê û dijberiya berjewendiyên navneteweyî yên li vir. Tirkiye nizane stûxwariya wê ji biloka Astana ya Rûsyayê re parastina wê nake, lê belê jê tê xwestin ku dosya hemû tabûrên îslamî yên çekdar û Cebhet El-Nusra ya terorîst di nava wan de li gorî daxwaza Rûsya û hevkarên wê çareser bike. Di rastiyê de peywira Tirkiyeyê ji bilî mijara Heyet Tehrîr El-Şam ne dijwar e û di encamê de biryarek derxist û tê de Heyet Tehrîr El-Şam wek rêxistineke terorîst bi nav kir û dibe ku beşdarî şerê li dijî wê jî bibe da ku Rûsya razî bibe û Tirkiye di Idlibê de bimîne. Ev pêngava gêj û derengmayî  helwesta Tirkiyeyê tazî dike ku ew alîkarê komên terorîst e û di giştî salên aloziya Sûriyeyê de ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî li Sûriyeyê û giştî herêmê û Ewropayê pêk bîne ev komên terorîst bi kar anîn. Her wiha siyaseta AKP'ê û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan bi mohra projeya Îxwanî ya îslamperest nasandin ku dijberiya hemû hikumetên herêmê û daxwazên wan ên siyasî dike. Ev yek jî dikeve berjewendiya hikumeta Şamê ku her tim ji cîhanê re îdia dikir ku şerê wê li dijî terora îslamî ye û ne li dijî gel e ku daxwazên wê yên rewa hene û beriya aloziyê û piştî wê ev daxwaz paşguh kirin.

Têkçûna projeya îslamî ya li Sûriyeyê zelal nîşan dide ku siyaseta dewletên alîkariya vê projeyê dikir têk çûye, nemaze van dewletan du xalên cewherî nas nekirin; xala yekemîn rastiya nerm a gelê Sûriyeyê ya pir pêkhate û rengîn û navbênkariya wê ya olî û daxwaza wê ya aştiyê. Ev yek di mehên destpêkê yên şoreşa aştiyane de zelal diyar bû beriya ku rêya şoreşê were guhertin û veguhere îslamîkirin û çekdarkirinê. Xala duyemîn jî daxwaza gelê Sûriyeyê tu carî ne olî û mezhebî bû, lê belê daxwazên ji bo başkkirina rewşa jiyanî bû da ku bi rêbazên nûjen rêveberiya xwe bikin. Ev dewlet her çi qas dereng be jî dizanin ku Amerîka û Rûsya mase li ser rûyê hemûyan serobin kirine û hemû xistin kanalîzasyonên Astanayê da ku rewşa şer hêdî bikin û ber bi çalakiyên siyasî ve biçin û bi tena xwe van çalakiyan bi rê ve bibin, her çi qas di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de be ku tu hêza wê tune ye.

Eger Tirkiye bawer dike ku tenê ew dikare komên îslamî yên çekdar fînanse bike ku li parêzgeha Idlibê kom bûne, ew şaş e. Komên îslamî yên alîkariya xwe ji Siûdiyê, Qeterê û Tirkiyeyê werdigirin, cihê xwe di nakokiyên di navbera Siûdiyê û Qeterê de girt û rêxistina El-Qaîdê û rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst yek ji amûrên karê siyasî ye û peywirên wan ên leşkerî û siyasî hene û bi zêdebûna dewletên beşdar re ew jî di damezirandin û tevgerbûyîna wan de zêde dibin. Li ser vê bingehê bazarên Tirkiyeyê bi Rûsyayê re li ser maseyê di lûtkeya Astanayê ya pêş li Tehranê de ku çalakiya Idlibê dê dawiya rêya wê ragihîne û li hemberî wê dê beşek ji parêzgehê radest bike, tevî ku deriyên Moskovê ji Riyadê re vekirî ne û Sûriye yek ji kaxezên di nava kaxezên siyasî yên hevbeş de ye. Bi Amerîkayê re jî di bin maseyê de da ku helwesta xwe nerm bike û cezayên li ser wê rake. Ev bazar pêk nayê eger Tirkiye buhaya lêçûna wê nede, ango bi temamî ji parêzgeha Idlibê derkeve û tenê li gundewarên bakurê parêzgeha Helebê bimîne û deriyê xwe veke da ku kesên El-Nusra û komên îslamî yên dixwazin derkevin, ji Sûriyeyê derkevin û xwe ji derbeyên Rûsyayê di bin sîwana Amerîkayê de biparêzin. Tirkiye ku niha di rewşeke aborî ya tevlihev de ye, herî zêde dixwaze serkeftinekê di Sûriyeyê de pêk bîne da ku hikumeta xwe ya îslamewî ji zextên hundirîn biparêze. Lê keysbaziyeke wê li Idlibê bi Rûsya yan bi Îranê re çi bi çalakiyeke leşkerî yan siyasî tiştekî wernagire, piştî ku rola wê ya têkbirinê û alîkariya bi terorê re aşkera bû.

Aqûbeta Idlibê

Senaryoya Idlibê tevî rewşa girêkok bi nêrîna min dê bi dawî bibe wekî ku herêmên kêmpevçûn bi dawî bûn û radestî asayîşa Rûsyayê bê kirin û rola Tirkiyeyê li vir çi bi çalakiyeke leşkerî ya sînordar û çi jî bi çalakiyeke siyasî ku parêzgeha Idlibê ji şer biparêze dê were sînordarkirin. Di heman demê de dê Tirkiye ji sed hezaran koçberan ku tu rê ji bilî wê li pêşiya wan tune ne, biparêze. Piştre derfeta destpêkirina çalakiyeke siyasî dê peyda bibe û nexşerêya wê dê ji aliyê her du dewletên mezin ve were diyarkirin.

Tişta balkêş ew e ku aloziya navneteweyî der barê Bakurê Sûriyeyê de heman rengê aloziya navneteweyî ya li başûrê wê ye, li gel guhertina hin lîstokvanên herêmî, li başûr Îsraîl û Îranê û li bakur jî Tirkiye û Îranê û xala hevbeş Îran e ku lîstokvanên navneteweyî li herêmê li hev kirine ku wê ji Sûriyeyê derxin ji ber ku rola wê gelekî mezin dibe. Di heman demê de lawazkirina rola Tirkiyeyê ku çavbirçîbûna wê di Sûriyeyê de zêde bûye û dixwaze ber bi başûr û rojhilat ve serweriya xwe zêde bike. Ango beriya çalakiya siyasî dest pê bike û aloziya Sûriyeyê bi dawî bibe ku lîstokvanên herêmî bi erêkirina lîstokvanên navneteweyî tê de cihê xwe girt.

Lê aliyên herêmî wek desthilatdar tev digerin û xwe dibînin ku ew çarenûsa Sûriyeyê diyar dikin û her aliyekî ji wan xwe tê de bi cih kir da ku wek lîstokvaneke sereke li ser maseyê were dîtin. Li gorî vê rewşê tev digerin û bazaran li gorî xwe pêk tînin. Lê van aliyan ji bîr kir an jî xwe jibîrvekirin dane, ew e ku çiraya kesk li pey çiraya pirteqalî tê û nîşana çira sor dide ku tevgera wan sînordar dibe. Di encamê de mayîndina dewleteke herêmî di Sûriyeyê de yan di beşekî wê de tenê niştecihbûneke demkî ye çi bi îradeya navneteweyî ya niha di dosyaya Sûriyeyê de û çi jî bi îradeya gelê Sûriyeyê di pêşerojê de dema ku ji aloziya xwe derkeve û serweriya xwe li ser giştî axa Sûriyeyê ferz bike û hebûna her aliyekî leşkerî ya biyanî, herêmî yan navneteweyî wek hêzeke dagirker bi nav bike.