Di nav xemsariya şêniyan de, karkerên paqijiyê bêwestan dixebitin

Karkerên paqijiyê yên bajarê Minbicê di serî demjimêrên sibehê de, bêwestan dixebitin. Lê karker dibêjin ku şênî alîkariya wan nakin û gelaşê di demên ku hatine diyar kirin de navêjin.

Di nav xemsariya şêniyan de, karkerên paqijiyê bêwestan dixebitin
Di nav xemsariya şêniyan de, karkerên paqijiyê bêwestan dixebitin
Di nav xemsariya şêniyan de, karkerên paqijiyê bêwestan dixebitin
Di nav xemsariya şêniyan de, karkerên paqijiyê bêwestan dixebitin
Di nav xemsariya şêniyan de, karkerên paqijiyê bêwestan dixebitin
Di nav xemsariya şêniyan de, karkerên paqijiyê bêwestan dixebitin
Di nav xemsariya şêniyan de, karkerên paqijiyê bêwestan dixebitin
2 îlon, 2018   07:59

KAMÎRAN XOCA/MINBIC

Ji bo rê li ber belavbûna nexwşiyan bigire, karkerên Şaredariya Gel a Minbicê û gundewarê wê bêwestan 24 demjimêran dixebitin.

Ji bo meşandina xebatên paqijiyê şaredarî 31 werşe di her yekê de 4 endam di nobetdariyan de dixebitin(20 werşe di danê sibehê de 7 demjimêran û 11 werşe di danê êvarê de 7 demjimêran dixebitin).

Her wiha şaredarî 40 alavên paqijiyê eyar kiriye û heta piştî nîvê şevê dixebitin.

Her car şênî gazinan dikin, lê vê carê karekerên paqijiyê ji ber xemsariya şêniyan bi gilî û gazinc in. li gorî karkeran şênî ne di demên ku hatine eyarkirin û pir caran piştî xebatên karkeran çopê davêjin, ji ber wê gelaş li kolanan dimîne.

Têkildarî vê mijarê endamê rêveber ê geraca şaredariyê Mihemed Xeşman Mûsa got: "Hinek şênî piştî bidawîkirina xebatên paqijiyê çopê davêjin kolanan, ji ber wê karê werşeyê du qat dibe."

Her wiha Mûsa destnîşan kir ku her erebeyk vegyhestina gelaşê ji bo agadarkirina şêniyan muzîkê vêdixin.

Rêveberiya geracê û bi hevkariya polîsa şaredariyê, şêniyên ku ne di demên avêtina çopê, gelaşê davêjin wan bi 5 hezar lîreyên Sûriyeyê muxelefe dikin.

(şx)

ANHA