Yek ji mezintirîn pîrjina cîhanê, detayên jiyana xwe eşkere dike

Meryem Mihemed Elî ji şêniyên herêma El-Bixîliyê ye. li gorî gotinên neviyên wê, Meryem 138 salî ye. Rojekê jî nexweş neketiye û bi tenê serê xwe dimeşe.

Yek ji mezintirîn pîrjina cîhanê, detayên jiyana xwe eşkere dike
Yek ji mezintirîn pîrjina cîhanê, detayên jiyana xwe eşkere dike
Yek ji mezintirîn pîrjina cîhanê, detayên jiyana xwe eşkere dike
Yek ji mezintirîn pîrjina cîhanê, detayên jiyana xwe eşkere dike
Yek ji mezintirîn pîrjina cîhanê, detayên jiyana xwe eşkere dike
2 îlon, 2018   06:52

DILSOZ DILDAR/HESEKÊ

Pir kêm e ku mirov kesên bi temen mezin ku temenê wan ji sedsalî derbas dike bibîne. Lê Meryem Mihemed Elî li Kampa El-Erîşê ya ku 30 km dikeve başûrê bajarê Hesekê yê girêdayî herêma Cizîrê li gel yek ji neviyên xwe jiyan dike.

Meryem di sala 1880'an ji dayîk bûye, lê ji bo piştrastkirina vê agahiyê tu belgeyên fermî li gel wê tune ne. Lê li gorî neviyan temenê wê rast e û nêzî 138 salî ye. Tevî ew qas êş û zehmetî, dapîr Meryem bi saxlemî dijî.

Li gorî rewş û şert û mercên erdîngariya herêmê ya sehrayî ya  ku Meryem tê de mezin bûye, kes nikare ew qas sal bijî. Lê li gorî hevserê neviyê wê beriya 30 salan hevserê wê miriye û kurê wê yê mezin beriya 10 salan wefat kiriye. Lê ya raste tu ezmûnek ya DNA li herêmê tune ye ku gotinên wan piştrast bike.

Li gorî serjimariyên dawîn ên fermî ya Genes û nirxandinên zanista kalûpîran, tenê jinek ji Fransayê bi navê Jane Calmint giha temenê 122 sal û beriya 21 salan miriye. Eger temenê wê rast be dê dapîr Meryem ji mezintirîn pîrjina cihanê be.

Meryem Mihemed Elî kî ye?

Meryem Mihemed Elî ji herêma El-Bixîliyê ya gundwarê Dêrazorê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ye. Koka wê vedigere herêma El-Sikerî ya bajarê Helebê. Ji ber hovîtiya DAIŞ'ê ew û tevî 2 neviyên xwe koçber bûn û li Kampa El-Erîşê bi cih bûn. Niha li gel neviyekî xwe di bin konekî dijî.

6 zarên Meryem hene, 4 kur û 2 keç. Tevî hevserê wê ya ku beriya 30 salan miriye, hemû kurên wê wefat bûne. Tenê her du keçên hîna dijîn. Li gel Meryem 60 nevî û 180 neviyên neviyên wê hene.

Tendrûstiya wê baş e

A ku bala mirov dikşîne, ruxmî ku Meryem her du şerên cîhanî, desthildariya Fransa li Sûriyeyê û gihandina 4 serokan ji hikuma Sûriyeyê re jiyaye, lê hê jî tendrûstiya wê baş e. Bê alîkariya kesekî bi tenê bi alîkariya çûyekî dimeşe. Her wiha di aliyê zihnî de baş e û gelek tişt têne bîra wê.

Ji girîngtirîn tiştên ku têne bîra wê, di dema desthilatdariya fransa ji Sûriyeyê de, leşkerî firansî hespên xwe li qada mala wan girê didan.

Hevjîna yek ji neviyên Meryemê dibêje ku dapîra Meryem bi tenê serê xwe dimeşe, lê heta cihên dûr neçûye tenê di nav konên cîran de dimeşe.

Hemû erkên xwe yên olî bi cih tîne

Pîrê bi temen mezin Meryem dibêje ku ew hemû mehên Remezan, Şaban, Şewal û Aşûra rûjî digire û rojekê nimija xwe bernedaye.

Di dirêjahiya jiyana xwe de carekê nexweş neketiye(nebû)

A ku dihêle mirov acêbmayî ji çîroka dapîr Meryem bimîne, sedsalek derbaskiriye û qet nexweş nebûye. Ev jî neviyên wê tekez kirin û diyar kirin.

Lê di van rojên dawî de û ji ber germahiya zêde, dapîr Meryem nexweş ket û ew birin noqteya Heyva Sor a Kurd û cara yekê jê re derman tê serf kirin.

Vîna ji xweda

Dema me ji dapîra Meryem pirs kir şawa heta niha te karîbû bijiya? Got Ev vîna xweda ye.

Li groî hevjînê neviyê Meryem diyar kirk u Meryem hemû cureyên xwarinê dixwe tenê yên ku li derve tên çêkirin pir naxwe.

DAIŞê 50 hezar jê dizîn

Di dema serweriya DAIŞê ji herêma ku dapîr Meryem lê dijî, çeteyan komkujiyên hovane der heqê şêniyên herêma El-Bixîliyê pêk anîn û wiha got Em glek tirsiya bûn. heta 3 rojan em ji malên xcwe derneketin. DAIŞê 50 hezar pere ji min dizîn, leneta xweda li wan be.

Beyî şahî zewicî

Dapîr Meryem ji me re çîroka zewca xwe vegot di wê demê de, jin bi şêwaza berdêl dihatin zewicandin, yanî dema xortek keçekî bixwaze dive xwîşka xwe bi biryê hevjînê xwe re bizewicî ne. her wiha destnîşan kirk u di wê demê şahiyên zewacê tune bûn ji ber wê ew bê şahî zewicî.

Ji bo cudakirina jin ji mêran, me deq xêz dikir

Li ser rû û destên dapîr Meryem gelek deq hene, dibe ku wate û nîşaneyên wan hebin. Lê dapîr Meryem dibêje ku wan jib o xemilandinê deq bi kar dianîn. Lê wateya deqê li gel êla wê cuda bû. Li gorî dapîr Meryem li gorî kevneşopiyên êlê El-Bikara, deq ji bo cudakirina jin ji mêrê dihat bi kar anîn.

(şx)

ANHA