Rewşenbîrên Cizîrê: Tecrîd binpêkirinek ji hevpeyman û qanûnên navdewletî ye

Rewşenbîrên herêma Cizîrê diyar kirin ku kirinên dewleta Tirk der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne li gorî qanûnên navdewletiye û binpêkirinek ji mafên mirovan re ye. Her wiha bang li Rêxistinên Navdewletî kirin ku tecrîdê paşguh nekin.

Rewşenbîrên Cizîrê: Tecrîd binpêkirinek ji hevpeyman û qanûnên navdewletî ye
2 îlon, 2018   06:49

IBRAHÎM EL-EHMED-RUBA EL-ELÎ/QAMIŞLO

Tecrîda giran ku dewleta Tirk ji beriya du salan ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ferz kiriye, di nav bêdengiya Rêxistinên Hiqûqî û Mafên Mirovan de didome. Têkildarî vê mijarê rewşenbîrên herêma Cizîrê tecrîd tawanbar kirin.

Rewşenbîrê bi navê Yûsif Mela diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji tecrîdê ew e ku Ocalan ji gelên herêmê yên ku bi fikra netewa demokratîk bawer in dûr bixe ye. Her wiha destnîşan kir ku fikrên Ocalan çareseriya herî guncew e ji aloziya Sûriyeyê re û wiha pê de çû: "Di encama tevliheviyên tundrewî, netewperwerî û olî de, aloziya Sûriyeyê diwar bû. Lê gelên Bakurê Sûriyeyê fikr û felsefeya netewa demokratîk a Ocalan, ji xwe re kirin bingeh. Di encamê de gelên herêmê û QSD'ê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê aramî, ewlehî û gelek destkeftî li dijî terorsitan bi dest xistin. "

Tirkiye ji Ocalan ditirse

Di berdewamiya gotinên xwe de Mel destnîşan kir ku dewleta Tirk ji fikrên Ocalan ên demokrasiyê ditirse û da ku fikr û felsefeya Ocalan negihîne gelên azadîxwaz tecrîdek giran li ser wî ferz dike.

Girêdayî kiryarên dewleta Tirk der heqê Ocalan de Yûsif Mela destnîşan kir ku kirinên dewleta Tirk ji qanûnên navdewletî û mafên mirovan re binpêkirinek e. Her wiha bang li rêxistinên navdewletî, hiqûqî, mafên mirovan û NY kir ku tecrîdê paşgu nekin.

Di dawiyê de Yûsif Mela  diyar kir ku rewşenbîrên Bakurê Sûriyeyê dê rêyên xwe li ser rêgez û fikrên Ocalan bidomînin û her wiha dê di pratîkê de bi cih bînin.

Ji aliyê xwe ve hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Leyla Ibrahîm Mistefa got:"Em weke Yeîtiya Rewşenbîran Ocalan wekî kesayetek neteweyeyî û cîhanî dibînin. Fikrên xwe ne weke hin kes îdîa dikin ku tenê di çarçoveya kurdperweriyê de ne, lê belê ji hemû gel, pêkhate û olên cîhanê re pêşkeş kir. Ocalan kevira bingehîn a projeya netewa demokratîk û rêveberiya xweser danî û niha li bakurê Sûriyeyê bi cih tên."

Her wiha Leyla diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya tecrîdê dixwaze fikrên Ocalan ji gelên Rojhilata Navîn bi dûr bixe û wiha domand: "Hikumeta Tirk nizane ku gel hîn bêtir bi fikr û felsefeya Ocalan hatine girêdan. Fikrên Ocalan ên ku bûn rêya xelasiya ji desthilatdarî, koledariya dewletên kapîtalîzmê û netewperweriyê."

Di berdewamiya gotinên xwe de Leyla diyar kir ku pirtûkên Ocalan ji bo çareseriya aloziyên dewletên cîhanê bûne lêvegerek û wiha got:"Isbata vê yekê, pirtûkên Ocalan li gelek zanîngeh û paymengehên dewletên cîhanê tên dayîn. Ev ji cîhanê re tekez dike ku fikrên Ocalan ji hemû cihanê re ne, ne tenê ji netewek an jî herêmekê re ne."

Artmanca tecrîdê ew e ku perspektîvên Rêber Ocalan negêhjin gelên herêmê

Têkildarî armanca tecrîdê Leyla diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi vê tecrîdê rê li ber gihandina perspektîvên Ocalan ji gelên herêmê re bigire ye û wiha domand: "Divê em weke rewşenbîr li dijî tecrîdê binivîsin û divê em sedemên paşguhkirin û bêdengiya rêxistinên navdewletî li hember tecrîdê binasin." 

Di dawiyê de hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Leyla Ibrahîm Mistefa bang li Rêxistinên Mafên Mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir ku zextê li Tirkiyê bikin de ku ji binpêkirinên xwe der heqê Ocalan de paşde bikişe.

(şx)

ANHA