Idlibê li benda saeta sifr e û aboriya Tirkiyê têk diçe

Rojnameyên erebî yên di vê hefteyê de behsa gelek mijarên girîng kir. Rojnameyan bal kişand ser rewşa parêzgeha Idlibê û amadekariyên hêzên rêjîmê ji bo hemleyeke leşkerî li dijî Idlibê. Rojnameyan behsa xebatên tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê kir, her wiha bal kişand ser xebatên avakirina hikumeta Iraqê û aloziya aborî ya li Tirkiyeyê û agirbesta di navbera Filistîn û Îsraîlê de.

Idlibê li benda saeta sifr e û aboriya Tirkiyê têk diçe
2 îlon, 2018   04:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji mijarên sereke yên ku di rojnameyên erebî yên vê hefteyê de cih girtin, amadekariyên hêzên rêjîmê ji bo hemleyeke leşkerî li dijî Idlibê, xebatên tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê, rûdanên li herêmên başûrê Sûriyeyê, avakirina hikumeta Iraqê û aloziya aborî ya li Tirkiyeyê û agirbesta di navbera Filistîn û Îsraîlê de.

Amadekariyên tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya El-Heyat behsa amadekariyên leşkerî yên ji bo tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Baregeheke gerok a koalîsyonê ji bo amadekariya êrîşa li dijî berîka herî dawîn a DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê". Rojnameyê diyar kir ku li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hêzên Koalîsyona Navneteweyî baregeheke xwe ya gerok ber bi herêma Hecîn ve birine û amadekariya çalakiyeke leşkerî ji aliyê hêzên koalîsyonê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve tê kirin, da ku hebûna çeteyên DAIŞ'ê li giştî rojhilatê çemê Firatê tune bikin. Çeteyên DAIŞ'ê niha serweriya xwe tenê li ser çar gund û bajarokan dikin, ew jî ev in: Hecîn, El-Sûsê, El-Şehfê û El-Baxoz. Amadekariyên çalakiya leşkerî jî li derdora van deveran tên meşandin.

Di danûstandinên MSD'ê û rêjîmê de tiştekî nû tune ye

Girêdayî mijara danûstandinên di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û rêjîma Sûriyeyê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rayedarên Kurd: Têkiliya bicihkirina baregehên Koalîsyona Navneteweyî bi danûstandinên bi rêjîmê re tune ye". Rojnameyê li ser navê seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed ragihand ku bicihkirina baregehên Koalîsyona Navneteweyî li deverên rojhilatê Firatê tu têkiliya wê bi danûstandinên di navbera MSD'ê û rêjîma Sûriyeyê de tune ye û wiha gotiye: "Ez bawer nakim ku armanc têkşikandina danûstandinên bi rêjîmê re ye, bi qasî ku mîsogeriya rêgirtina li pêşiya vegera çeteyên DAIŞ'ê ye."Rêjîm serweriya deverên nû dike û welatiyên başûr metirsîdar in."

Girêdayî rewşa li başûrê Sûriyeyê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hêzên rêjîmê devera di bin serweriya DAIŞ'ê de ya Siwêda teng dike.” Rojnameyê diyar kir ku hêzên rêjîmê û milîsên girêdayî wê li ser hesabê DAIŞ'ê li çolistana Siwêda pêşve diçin.

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Welatiyên başûr tevî 'mîsogeriyên Rûsyayê’ metirsîdar in" rojnameyê diyar kir ku welatiyên Siwêda ji vegera dezgehên ewlehiyê yên rêjîmê metirsîdar in.

Her kes amadekariya şerekî mezin li Idlibê dike

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyan bal kişand ser rewşa Idlibê. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Tedbîrên sêalî 'çalakiya xuşandinê' li Idlibê.” Rojnameyê diyar kir ku Şam hêza xwe ya leşkerî li bakur zêde dike da ku şerê "berbanga Idlibê" dest pê bike. Moskov jî hêzên xwe yên deryayî li berava Sûriyeyê zêde dike da ku alîkariya rêjîmê bike. Enqere zextê li opozîsyonê dike da ku di bin sîwana Eniya Niştimanî ya Rizgariyê de kom bibin ku 55 hezar leşkerên wê hene û ji wan 30 hezar girêdayî hikumeta opozîsyonê ne. Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) alîgirên xwe "Huras El-Dîn hezar û 200 leşker û Artêşa El-Turkistanî hezar û 500 leşker kom dike ku niha ji 12 hezar leşkeran pêk tê û ji wan 5 hezar leşkerên biyanî ne. Serkêşê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed El-Colanî ji gundewarê Laziqiyê ku nêzî baregeha Himêmîm a Rûsyayê ye, 200 siwareyên bombekirî amade dike.

Aloziya Iraqê ya siyasî kûrtir dibe

Girêdayî xebatên avakirina hikumeta Iraqê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Muqteda El-Sedr hêza xwe ya gelêrî di pêşbirka avakirina hikumeta Iraqê de nîşan dide." Rojnameya Şerq El-Ewsat jî girêdayî heman mijarê nivîseke xwe wiha bi nav kir: “Aloziya siyasî ya Iraqê kûrtir dibe û El-Sedr 'xezeba milyonî' nîşan dide.”

Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe girêdayî heman mijarê wiha bi nav kir: "Hemleya li hemberî biryara Ebadî ya rawestandina komîseriya hilbijartinan.”

Rohanî piştî lêpirsîna di parlemanê de li hemberî dadgeriyê rû bi rû ye

Girêdayî mijarên Îranê jî rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rohanî xwe li hemberî dadgeriyê amade dike piştî ku nikaribû parlemanê birazîkirin bide."

Hevpeymana hevkariya leşkerî di navbera Tehran û Şamê de

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Tehran; Em ê hebûna xwe ya leşkerî di Sûriyeyê de biparêzin û em ê fabrîkeyên wê yên şer jinûve ava bikin". Rojnameyê li ser navê rayedarekî paya bilind ê Îranê ragihand ku Îranê dê hebûna xwe ya leşkerî di Sûriyeyê de biparêze tevî ku Amerîka zextê dike da ku xwe jê vekişîne. Her wiha eşkere kir ku hevpeymaneke hevkariya leşkerî di navbera Tehran û Şamê de pêk hatiye.

Rûsya hebûna xwe ya leşkerî di Sûriyeyê de xurt dike

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî heman mijarê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya hêzên xwe li berava Sûriyeyê zêde dike û amadekariya çalakiyên mezin dike". Rojnameyê diyar kir ku Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li berava Sûriyeyê zêde dike û ragihand ku dê di nîvê meha bê de çalakiyên leşkerî yên mezin ji serdema Yekîtiya Soviyêt ve ya sala 1981'an ve lidar bixîne.

Aloziya aboriya Tirkiyeyê

Girêdayî aloziya aborî ya Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Deynên Enqere û şîrketên wê nîşana hilweşandina aboriya Tirkiyeyê didin". Rojnameyê diyar kir ku ajansên babetkirina geşbûnan ên cîhanê hişyarî da ku aloziya darayî ya Tirkiyeyê kûrtir bibe û guman kir ku welat derbasî qonaxeke girsbûna darayî bibe ku ne pêkan e were çareserkirin. Li gorî agahiyan deynên li ser Enqereyê gihaştine 370 milyar dolar û deynên şîrketên Tirkiyeyê jî 230 milyar dolar derbas kirine û ev yek li hemberî pêşeroja aboriya Tirkiyeyê gelekî metirsîdar e.

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê û xebatên ji bo peydakirina agirbesteke hemdem di navbera Îsraîl û Filistînê de rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Zext li Ebas tên kirin da ku agirbestê qebûl bike beriya ku hikumeta hevbendî li Xezayê pêk were."