Çalakiyên roja yekemîn a Mîhrecana Zarokan a herêma Firatê bi dawî bû

Çalakiyên roja yekemîn a Mîrhrecana Zarokan a herêma Firatê bi dawî bû. Ji aliyê koma mûzîkê ya navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve stranên filklorî û şoreşgerî hatin pêşkêşkirin.

Çalakiyên roja yekemîn a Mîhrecana Zarokan a herêma Firatê bi dawî bû
Çalakiyên roja yekemîn a Mîhrecana Zarokan a herêma Firatê bi dawî bû
1 îlon, 2018   19:29

KOBANÊ

Çalakiyên Duyemîn Mîrhecana Zarokan li ser asta herêma Firatê îro bi tevlêbûna bi sedan zarokên herêmê dest pê kir.

Bi dehan komên hunerî yên (Çerkes, Tirkumen, Kurd, Ereb û Ermen) ên ji Eyn Îsa, Girê Spî, Sirîn û Kobanê û Minbicê bi berhemên xwe, stran, şano, dîlan, helbest û lîstik beşdarî mîrhecanê bûne.

Mîhrecan li navenda Çand û Hunrê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê tê organîzekirin.

Di çalakiyên roja yekem de Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, Hevserokên Meclisa TEV-DEM‘ê ya Kantona Efrînê Ehmed Şêxo û Eyşe Efendî û hejmarek nûnerên sazî û desteyên kantonê amade bûn.

Axaftina destpêkê ya Mîhrecanê ji aliyê Enwer Muslim ve hate kirin. Muslim mîhrecan wekî amûra avakirina nifşekî ku xwedî li çanda xwe derdikeve bi nav kir.

Yek ji komên mûzîkê ya navenda Baqî Xidoyê stranên şoreşgerî û filkolorî pêşkêş kirin.

Mîhrecan dê du rojan berdewam bike.

ANHA