ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.09.2018
2 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve daye destpêkirin dê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

- Li navçeya Girkê Legê ji bo Gerîlaya HPG‘ê Besê Baqî merasîmê tê lidarxistin. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê şervanê YPG‘ê Hemîd Şukirî li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşenbîrên herêma Cizîrê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin dewleta Tirk qandûnên navdewletî binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-18‘ê Adarê ne wekî rojeke asayî di dîroka Efrînê û Bakurê Sûriyeyê de ye. Di vê rojê de dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê peykerê Kawayê Hesinkar xistin. Ev yek wek armanca sereke ya asîmîlekirina çand û şaristaniya Efrînê, her wiha tunekirina hebûna kurdî û destpêka guhertina demografyayê dikare were binavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnameyên erebî yên di vê hefteyê de behsa gelek mijarên girîng kir. Rojnameyan bal kişand ser rewşa parêzgeha Idlibê û amadekariyên hêzên rêjîmê ji bo hemleyeke leşkerî li dijî Idlibê. Rojnameyan behsa xebatên tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê kir, her wiha bal kişand ser xebatên avakirina hikumeta Iraqê û aloziya aborî ya li Tirkiyeyê û agirbesta di navbera Filistîn û Îsraîlê de. (BI WÊNE)

JIN

- Li dijî hemû êrîşên li ser çanda kevnar a Kurdan jina dengbêj a 100 salî bi deng, cil û deqên li ser laşê xwe li ber xwe dide û çanda xwe diparezê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayika Selwa Mihemed ji zarokatiya xwe ve ji dayika xwe fêrî çêkirina nexş û tenteniyan bûye û berhemên ku çêdike difroşe û pê debara malbata xwe  bi cih tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meryem Mihemed Elî (138) ji şêniyên herêma El-Bixîliyê ye. Li gorî gotinên neviyên wê, Meryem rojekê jî nexweş neketiye û bi tenê serê xwe dimeşe. Meryem jî sedema neketina xwe diyar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên Duyemîn Mîhrecana Zarokan a herêma Firatê ku li navenda Baqî Xido têne li darxistin û 4‘emîn Mîrhecana Zarokan a Kantona Cizîrê li ku navenda Aram Tîgran tê li darxistin dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Devera dîrok a bi navê Sûra ango "Avşo" ku dikeve rexê rojavayê çemê Firatê li nêzî bajaroka Mensûra ya rojhilatê Tebqayê vedikere serdema Romayê, gelek aliyên wê di bin tozê de maye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên gundewarê rojhilatê Tebqayê, ji ber qutkirina ava çemê Firatê destnîşan kirin ku gelek masî dimirin û diyar kirin ku asta ava gola Firatê ji ber qutkirina avê ji aliyê Tirkiyeyê ve, pir kêm bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Karkerên paqijiyê yên bajarê Minbicê di serî sibehê de, bêwestan dixebitin. Lê karker dibêjin ku şênî alîkariya wan nakin û gelaşê di demên ku hatine diyar kirin de navêjin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Navçeya Eyn Îsayê ji 139 pirsgirêkan 124 çareser kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Çelebiyê daxwaz ji Şaredariya Gel a navçeyê kirin ku ne tenê riyên sereke, lê belê riyên şaxî ku gundan dighînin hev, çêbike. Şaredarî jî ji şêniyan re tekez kir ku wan ji bo çêkirina riyên gundan planzasiyek danîne û dê di demek nêz de destpê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li kantona Kobanê otobusên vegustina hindirîn ketin xizmetê de, bi vê yekê tevgera welatiyan a çûn û hatinê hesan kir, her wiha qarbalexa ku j ber motorsêklêtan derdike, kêm dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ku di sala 2012’an de çeteyên Cebhet–El Nusra amûrên paqijkirina ava kanalîzasyonê ya Serêkaniyê dizîn, ji wê demê ve ava kanalîzasyonê dikeve nava ava vexwarinê. Şaredariya Serêkaniyê diyar kir ku çareserî anîna amûran e û niha projeya anîna amûran çêdikin.

ANHA