Li Efrînê maskê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 5

18‘ê Adarê ne wekî rojeke asayî di dîroka Efrînê û Bakurê Sûriyeyê de ye. Di vê rojê de dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê peykerê Kawayê Hesinkar xistin. Ev yek wek armanca sereke ya asîmîlekirina çand û şaristaniya Efrînê, her wiha tunekirina hebûna kurdî û destpêka guhertina demografyayê dikare were binavkirin.

Li Efrînê maskê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 5
Li Efrînê maskê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 5
Li Efrînê maskê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 5
Li Efrînê maskê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 5
Li Efrînê maskê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 5
2 îlon, 2018   04:20

Erdogan di guhertina demografiya Efrînê de bi serneket

BASIL REŞÎD – SELAH ÎBO / ŞEHBA

Peykerê Kawayê Hesinkar ji bo gelê Kurd wekî sembola serkeftina xêr li hemberî şer tê naskirin, an jî destpêka serdema azadiya gelê Kurd û tevahî gelên Mezopotamyayê ji aliyê çeteyên ku li ser destê artêşa Tirk a dagirker kar dikin ve hate rûxandin.

Armanca sereke ya dewleta Tirk ew projeya demokratîk a ku li Bakurê Sûriyeyê hatiye pêk anîn, têk bibe û ji Efrînê dest pê bike.

Çima Efrîn?

Efrîn li dawiya bakurê rojavayê Sûriyeyê ye, ango li goşeya bakurê rojavayê Hîlala Zêrîn dikeve. 63 km bakurê rojavayê bajarê Helebê li nêzî sînorên siyasî yên di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de dikeve. Aliyê wê yê bakur û rojava Deşta Hemqê ye, aliyê wê yê rojhilat devera bajarokê Ezazê ye û ji aliyê başûr ve keleha Semanê ye. Dirêjahiya wê ji rojhilat heta rojava 55 km û ji bakur heta başûr 75 km ye. Di pêvajoya aloziya Sûriyeyê de spartgeha mirovan bû. Lê ji ber ku herêmên derdora wê jî aliyê dewleta Tirk ve hatibûn dagirkirin, ew jî bûbû hedefa siyasî û leşkerî.

Efrîn ji sala 2012‘an ve rastî gelek êrîşan ji aliyê komên çete yên ku destek ji dewleta Tirk digirin hat, lê hemû êrîş negihaştin serî, berovajî vê yekê her ku diçe di ailyê leşkerî û aborî de xwe xurt dikir, her wiha mozaîka civakî û birêxistinbûn bi hêztir dibû. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseryia Demokratîk û li pey wê federaliya demokratîk, çavbirçîbûna Erdogan-AKP‘ê jî zêde dibû û gefên xwe yên dagirkirina Efrînê dubare dikirin. Ev yek di daxuyaniya Erdogan a der barê rêjeya Kurd û Ereb li Efrînê de ku di 17‘ê Mijdara 2017‘an xuya dibe ku digot rêjeya Ereban li Efrînê ji sedî 50 ye. Gelek fermandarên komên çete jî ev gotin dubare dikir, da ku beriya dest bi êrîşên dagirkirinê bikin demografyaya Efrînê biguherînin.

Rastiya hebûna Ereban li Efrînê

Efrîn, an wekî ku welatî û niştecihên wê “Çiyayê Kurmênc” jê re dibêjin, tê nasîn, ji ber ku piraniya niştecihên wê Kurd in. Di dema hukimê dewleta Osmanî navê "Kurdax" jê re dihat gotin, ev nav jî di gelek belgeyên Osmaniyan de heye. Piştî desthilatdariya Fransayê li rojhilêatê Deryaya Spî û Sûriyeyê herêm "Çiyayê Kurmênc" dabeşî du parçeyan kir, parçeyek jê bi Tirkiyeyê ve hat girêdan.

Piştî serxwebûna Sûriyeyê ji Fransayê û heya niha navê "Kurdax" jê re gotin. Hin kurd bi "Çiyayê Kurmênc" bi nav dikir, niha jî bi "Efrîn" tê nasîn.

Li gorî serjimariyên nerewa, hejmara niştecihên herêma Efrînê 800 hezar e, 9 hezar jê Ereb in, ango kêmî ji sedî 2. Erebên herêmê jî piraniya wan jî Lîwa Eskenderon in ku di sala 1938‘an de koçî Efrînê bûn.

Hatina Ereban a li Efrînê piştî qanûna reforma çandî ya di dema yekitiya di navbera Sûriye û Misrê de zêde bû. Li gorî qanûnê, bi hezaran hektar zeviyên çandî yên herêmên Kurdan bi malbatên Ereb hatin belavkirin. Di sala 1998‘an hejmara welatiyên Ereb li herêmê derket ji sedî 12.

Herêma Efrînê bi destpêka aloziya Sûriyeyê, spartgeha herî ewle li Sûriyeyê bû ku bi hezaran malbatên Ereb ên ji herêmên şer ên Sûriyeyê hembêz kirin, hejmara kesên Ereb li vir derket ji sedî 25.

Çawa dagirkeran çanda Efrînê kir hedef?

Peykerê Kawayê Hesinkar ne wêneya yekemîn a rûxandina sembolên çanda gelê Efrînê ye. Çapemeniya dewleta Tirk û hin yên Erebî navên Tirkî û Erebî li tax, koalan, gund û herêmên Efrînê. Armanca vê yekê ew e ku rewabûnekê bide dagirkeriyê.

Dewleta Tirk a dagirker bi îtîfaqên bi Rûsyayê re bi hezaran koçberên ji herêmên Sûriyeyê wekî (Xûta, Dûma, Bebîla, Humis, Idlib, Dera û herên din) li herêma Efrînê bi cih kirin. Li gorî çavkaniyên pêbawer, hejmara kesên li Efrînê hatin bicihkirin ji sedî 50 derbas kir.

Welatiya bi navê (N.E) ji taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê ye, wiha dibêje: "Efrîn pir hatiye guhertin, rexmî ku li taxa Mehmûdiyê niştecihên resen lê hene, lê malbatên Ereb ên ji derve lê hatin bicihkirin û di malên efrîniyên ku derketine xwe bi cih kirine, her tişt guheriyê; cil, xelk, ziman, navên kolanan bûne Erebî û Tirkî, nasnameya Efrînê li pêşberî windabûnê ye."

(N.E) dibêje 4 meh e ji mal derneketiye, tenê carek bû derket xwepêşandana li dijî kiryarên dewleta Tirk di destpêka meha Nîsanê de."

Armanca hedefkirina çandê

Rewşenbîrên herêma Efrînê li ser armanckirina çanda Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve diyar dikin ku armanca ji vê yekê hedefgirtina gelê Kurd e. 

Endamê Meclisa Çand û Hunerê ya kantona Efrînê Henan Seydo wiha bi lêv dike: "Wekî tê zanîn çand nasname û hebûna gelekî ye, dema dijmin êrîşî gelekî dikin, dixwazin nasname û hevbûna wî ji kokê rakin. Dewleta Tirk piştî Efrînê dagir kirin, çand û zimanê xwe li ser gel feriz kirin. Em jî heya dawiyê nasnameya xwe biparêzin."

Li gorî gelek çavkaniyan, bi hezaran malbatên Efrînê yên ku piştî dagirkirinê dîsa vegeriyan Efrînê, dîsa derketin.

Di meha Nîsanê de 115 malbatên kurd ji Efrînê dîsa derketin. Der barê mijarê de, welatiyê bi nave Îbiş Eswed ku xwe gihandin herêma Minbicê dibêje: "Heya min û malbata xwe, xwe gihand Minbicê, li her cihekî ku çete lê bi cih bûne, me bertîl didan wan çeteyan. Gelek hevalên min gotin 'Efrîn xweş bûye, vegere, ez vegeriyan, dema ez vegeriyan li gundê kîmarê min dît ku her tişt hatiye guhertin, kes, cil, ziman, nêrîn û nêzîkatî."

Eswed ku vegeriya gund û xwe û dikanek lê veger li piştî çend rojan ji aliyê çeteyan ve hat revendin, bertîl dîsa da ta serbest hat berdan, dibêje, jiyana li Efrînê nhat tehemûlkirin ji ber wê yekê dîsa derket.

Bi sedan bûyerên neçarkirina şêniyan ku ji malbatê xwe derkevin jî hene. Komên çete nahêlin şêniyên gundên xeta sînor vegerin malên xwe. Wekî gundê Qorta, ku artêşa Tirk a dagirker nahêle şênî li gundê xwe vegerin û ew neçar kirin ku li ser belgeyeke bi zimanê Tirkî îmze bikin, lê nizanin ka çi di wê belgeyê de heye.

Dîroka Tirkiyeyê bi siyesetên guhertina demografyaya herêmên ku dagirkirine tijî ye, heman tişt li bakurê Kurdistanê derketiye ku di serdema borî de 5 hezar gund şewitandin.

Divê polîtîkaya Tirkiyeyê ya qirkirina çandê radestî dozgeriyên taybet were kirin

Parêzer Mihemed Cemîl tekez kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê her cure polîtîkayên binpêkirin û nîjadperestî li dijî gelê Efrînê pêk tîne û ev tişt anî ziman: "Dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê, piştî ku Efrîn dagir kirin û siyasetên nîjadperest, qirkirina çandî û hwd. pêk tîne. Ji lew re dive rêxistinên mirovî û hiqûqnas binpêkirinên Tirkiyeyê bi belge bikin û radestî dozgeriyan bikin."

Guhetina demografîk

Guhertina demografîk li Sûriyeyê ne tiştekî nû ye. Bi destwerdana leşkerî ya ji aliyê Rûsya û Tirkiyeyê ve di aloziya Sûriyeyê de, hevsengiyên navdewletî hatin guhertin. Guhertina demografîk li pêşberî civaka navdewletî pêk dihat, mînakên herî berbiçav (Efrîn – Xûta) ev polîtîka heya niha berdewam e, ku rêjîm dijminên xwe li herêmên sînor kom dike.

(bb)

ANHA