Li Serêkaniyê ava kanalîzasyonê û ya vexwarinê tevlihev dibe

Piştî ku di sala 2012’an de çeteyên Cebhet–El Nusra amûrên paqijkirina ava kanalîzasyonê ya Serêkaniyê dizîn, ji wê demê ve ava kanalîzasyonê dikeve nava ava vexwarinê. Şaredariya Serêkaniyê diyar kir ku çareserî anîna amûran e û niha projeya anîna amûran çêdikin.

Li Serêkaniyê ava kanalîzasyonê û ya vexwarinê tevlihev dibe
Li Serêkaniyê ava kanalîzasyonê û ya vexwarinê tevlihev dibe
Li Serêkaniyê ava kanalîzasyonê û ya vexwarinê tevlihev dibe
Li Serêkaniyê ava kanalîzasyonê û ya vexwarinê tevlihev dibe
Li Serêkaniyê ava kanalîzasyonê û ya vexwarinê tevlihev dibe
Li Serêkaniyê ava kanalîzasyonê û ya vexwarinê tevlihev dibe
Li Serêkaniyê ava kanalîzasyonê û ya vexwarinê tevlihev dibe
2 îlon, 2018   06:28

BÊRÎTAN MEDÛSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Serêkaniyê yek ji herêmên kantona Hesekê ya herêma Cizîrê ye. Dewleta Tirk a dagirker ava binerd a Serêkaniyê bi bîrên behrî (di navbera 1000- 1500 metre de kur), sed, kanal û girtina çemê Xabûr qut kiriye. Serêkaniyê ku di berê de 360 kanî lê derdiketin, niha tu kanî nemane. Ji ber ku binê erdê Serêkaniyê vala maye, her car li deverên cuda erd diçe xwar. Ev jî sîstema kanalîzasyonê xirab dike. Lê yek ji pirsgirêkên cidî ya Serêkaniyê ew e ku ava kanalîzasyonê diçe kaniyên ku miçiqîne.

Çeteyên Cebhet El-Nusra amûrên paqijkirina avê dizîn

Ji beriya ku çeteyên Cebhet El-Nusra êrîşî Serêkaniyê bikin, nêzî 30 sal ava kanalîzasyonê li taxa Qews bi makîneyên paqijkirina avê dihat paqijkirin. Piştî ku di sala 2012’an de çeteyên Cebhet El- Nusra êrîşî  Serêkaniyê kir, amûrên paqijkirina avê dizîn û cihê paqijkirina avê xirab kirin. Piştî ku Serêkaniyê di payîza 2013’an de ji çeteyan hat rizgarkirin, dewleta Tirk a dagirker çemê Xabûr ji binî de girt û kanî jî ziwa bûn. Ji 2012’an ve ava kanalîzasyonê raste rast diçe kaniyên ku ziwa bûne û tev li ava binerdî ya Serêkaniyê dibe. Her çendî ku şaredariya Serêkaniyê xwest ava kanalîzasyonê dûrî navçeyê bike jî, di sala 2016’an de bi kanalekê av 300 metre dûrî navçeyê kirin. Lê li wir jî dîsa ava kanalîzasyonê kete kaniyeke din a miçiqî û diçe ser ava vexwarinê.”

‘Ava vexwarinê ya Serêkaniyê û Hesekê qirêjî dibe’

Rêveberê Komîteya Fenî yê Şaredariya Serêkaniyê Abdulezîz Osê diyar kir ku li du herêman ava kanalîzasyonê tev li ava vexwarinê dibe. Abdulezîz destnîşan kir ku ev av ji bo mirov, şînatî û lawirên herêmê xetereyeke mezin e û wiha pê de çû: “Bîrên ku li herêman tên kolan bêhna ava kanalîzasyonê jê tê. Ev xetereyeke mezin e. Ne tenê ji bo Serêkaniyê, ava vexwarinê ya Hesekê jî ji Serêkaniyê diçe.”

‘Çareserî çêkirina cihê paqijkirina avê ye’

Abdulezîz ji bo çareseriya pirsgirêkê wiha got: “Çare dîsa çêkirina amûrên paqijkirinê avê ye û maliyeta wê nêzî 150 milyon e. Me ev pirsgirêk bi rêveberiya kantona Hesekê re parve kir. Heyet hatin û lêkolîn kirin. Ji bo dîsa çêkirina cihê paqijkirina vê projeyekê amade dikin. Em niha li benda çêkirina cihê paqijkirina avê ne.”

ANHA