Kongreya Sêyemîn a Yekitiya Parêzerên Cizîrê tê lidarxistin

Di bin dirûşma "Parastina destkeftî û nirxên civakî, mîsogereya avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ye" çalakiyên Kongreya Sêyemîn a Yekitiya Parêzeran li Kantona Cizîrê, bi beşdariya gelek parêzerên ji gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê dest pê kir.

Kongreya Sêyemîn a Yekitiya Parêzerên Cizîrê tê lidarxistin
Kongreya Sêyemîn a Yekitiya Parêzerên Cizîrê tê lidarxistin
Kongreya Sêyemîn a Yekitiya Parêzerên Cizîrê tê lidarxistin
1 îlon, 2018   12:01

QAMIŞLO

Yekitiya Parêzeran Cizîrê, kongreya xwe sêyemîn bi dirûşma "Parastina destkeftî û nirxên civakî, mîsogereya avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ye" li hola komeleya karkeran li bajarokê Rimêlanê ya girêdayî kantona Qamişlo li herêma Cizîrê, bi beşdariya 200 endamên herêma Cizîrê û nûnerên herêmên Efrîn û Firatê û gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê û her wiha mêvanên ji nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Xerîb Hiso, hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Omer, nûnerên Kongreya Star û saziyên sivîl dest pê kir.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê komîteya amadekar Şahîn Lalî bixêrhatina mêvanên kir û kongreya sêyemîn li haziran pîroz kir.

Paşê Şahîn Lalî li ser karê Yekitiya Parêzeran û armancên wê axivî û wiha got:  "Yekitiya Parêzeran hewl dide bigihîje civakeke exlaqî û azad û hêviya biratiya gelan û jiyana hevbeş di nava pêkhateyên herêmê û pêkanîna wekheviya di navbera her du cinsan de ber bi Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ve dike."

Lalî destnîşan kir ku bi rêka vê kongreyê Yekitiya Parêzaran li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê avakirin.

Piştre axaftin ji aliyê hevseroka Meclîsa Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, hevserokê Desteya Rêveber yê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso, endama Koordînasyona Kongreya Star Daliye Henan û hevserokê Desteya Şûnwaran Hisên El-Elî ve hatin kirin.

Axêveran li ser rewşa dawîn  a Sûriyeyê nirxandin kirin û diyar kir ku destwerdanên ji derve ku li ser civakan tên kirin, ji ber nebûna maf e, çi destdirêjî li ser gel werin kirin ji ber binpêkirina mafên mirovan e.

Piştre nameyên pîrozkirinê ku ji Yekitiya Ragihandina Azad, Rêveberiya Giştî ya Asayîşê, Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê hatin xwendin.

Kongre bi xwendina rapora giştî li ser karê ku di 2 salan de pêk anîne, dewam dike.

Yekitiya Parêzeran a Cizîrê kongreya xwe ya duyemîn di 15'ê Nîsana 2016'an de li dar xistibû.

ANHA