′Divê hemû hêz ji bo belavkirina aştiyê li hemberî dagirkeran bisekinin′

Şaxa MSD’ê ya Helebê bi daxuyaniyekê bang li hemû hêzan kir ku aştiyê li hemû dewletên cîhanê belav bikin û sînor ji hêzên ku li dijî gelan planan li dar dixin û di serî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re deynin.

′Divê hemû hêz ji bo belavkirina aştiyê li hemberî dagirkeran bisekinin′
1 îlon, 2018   11:50

HELEB

Meclisa Sûriyeya Demokrtîk (MSD) şaxêa Helebê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya navenda meclisê ya taxa Şêxmeqsûd ji aliyê serokê Buroya Rêxistinî ya MSD`ê Bedran Hemo ve hate xwendin. Bi dehan endamên MSD`ê û şêniyên taxê tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Roja Aştiyê ya Cîhanê li gel hemû gelên cîhanê rojeke girîng e, ji ber ku di vê rojê de şer, kuştin û binpêkirina mafên mirovan hate redkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku di dîrokê de kesayetên ku mirovahî ji tarîtiyê rizgar kirin derketin û banga biratî û aştiyê di navbera gelan de dikirin, mîna Îsa, Zerdeşt û Hz. Muhemmed.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêvajoyeke zehmet heye, alozî zêde dibe, mirov ji mirovatiya xwe dûr ketin û derketina qasidê aştiyê Abdullah Ocalan ku banga aştî, hezkirin, biratiya gelan û avakirina neteweyeke bêpirsgirêk li gorî pîvanên li gorî hemû beşên civakê, dike .

Her wiha hate gotin ji destpêkê ve ew hêza ku destê alîkariyê û aştiyê dida her kesê ku aramî û ewlehiya welat dixwest.

MSD`ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû hêz û azadîxwazan kir ku bibin alîkar da ku aştî li herêmê belav bibe û li hemberî desthilatdar û dagirkeran û di serî de artêşa Tirk a dagirker bisekinin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza berdewamkirina kar û xebat ber bi wekhevî, aramî, aştî û ewlehiya herêmê ve hate dayîn û hate gotin ew li hêviya pêşerojeke xweş û baş ji bo Sûriyeyê û gelê wê ne.

(bx)

ANHA