Teqîna li Ezazê li ber konê civîna MÎT û çeteyan pêk hat

Hat îdîakirin ku teqîna li Ezazê li ber konê dema rayedarên dewleta tirk û MÎT bi çeteyên dewleta Tirk re civîn lidardixist pêk hatiye û hejmara kuştiyan gihiştiye 15 kesî û zêdetirê 20 kes jî birîndarin.

Teqîna li Ezazê li ber konê civîna MÎT û çeteyan pêk hat
1 îlon, 2018   12:59

EZAZ

Li gorî agahiyên ji herêmê hat girtin, li navenda navçeya Ezazê ya bakurê Sûriyê teqîn pêk hat û hejmara kuştiyan derket 15 û zêdetirê 20 kes jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku teqîna mezin li ber konê ku endamên MÎT’ê jî di nav de rayedarên dewleta tirk bi endamên çeteyên dewleta re pêk tanî, çêbûye.

Di dîmenê ku hatiye şandin de ji ber teqînê gelek zirarên madî jî pêk hatine û dibe ku hejmara kuştî û birîndaran zêde bibin.

Teqîn ji aliyê kî an jî kesan ve hatiye kirin zelal nebûye.

ANHA