Li Şehbayî mayîn teqiya, 3 zarok birîndar bûn

Li navçeya Til Rifetê ya girêdayî kantona Şehbayê, ji ber teqîna mayînek ji bermahiyên çeteyan 3 zarok birîndar bûn.

Li Şehbayî mayîn teqiya, 3 zarok birîndar bûn
Li Şehbayî mayîn teqiya, 3 zarok birîndar bûn
31 tebax, 2018   17:46

ŞEHBA

Zarokên cêwî Yildiz Mustefa û Azad Mustefa (6) û kurê apê wan Çekdar (5) ku ji Efrînê û li Şehbayê bi cih bûne, dema ku dilîstin mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê bi wan ve teqiya û encam de her sê zarok birîndar bûn.

Dayika zarokên cêwî Zênat Hiso, destnîşan kir ku piştî dengê teqînê, çûn cihê buyerê û dîtin zarok birîndar bûne û ew rakirin nexweşxaneya Avirîn a li navçeya Fafînê.

Li gorî bijîşkên nexweşxaneyê, rewşa zarokên cêwî baş e û dê 24 saetan di bin kontrolê de bimînin, rewşa Çekdar jî giran e û niha di emeliyetê de ye.

ANHA