Ciwanên Ereb amade ne beşdarî rizgarkirina Efrînê bibin

Hejmarek ciwanên Ereb ên herêma Şehbayê got dagirkeriya Tirkiyeyê bi êrîşên xwe yên li ser kantona Efrînê ne tenê Kurd, hemû pêkhateyan dike hedef û tekez kir ku ew amade ne beşdarî pêngava rizgarkirina Efrînê bibin.

Ciwanên Ereb amade ne beşdarî rizgarkirina Efrînê bibin
31 tebax, 2018   07:51

ELÎ KEDRO  - CAFER CAFO / EFRÎN

Hejmarek ciwanên Ereb ên li herêma Şehbayê ji ajansa me re axivîn û tekez kir ku dewleta Tirk dijminê hemû gelan e û hemû pêkhateyên Efrînê dike hedef.

Meryem Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk bê êrîşên xwe yên li ser Efrînê ne tenê Kurd, hemû pêkhateyên herêmê dike hedef û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş dike hedef, dê hewldanên wê bi ser nekevin, madem gel yek dest e."

Meryem tekez kir ku ew amade ye beşdarî rizgarkirina Efrînê bibe.

Ji aliyê xwe ve, rêveberê Yekitiya Ciwanên Rojava Nacî Selama jî destnînşan kir ku dewleta Tirk li hemberî ciwanên Efrînê şerkî taybet da meşandin, li ser vê yekê Yekitiya Ciwanên Rojava rêzecivîn ji ciwanan re li dar xistin, da ku rola wan a di şoreşê û parastina welat de bi wan bide nasîn û moralê bide wan.

Nacî di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku di civînan de, diyar bû ku ciwan ji bo rizgarkirina Efrînê amade ne.

Ciwanê bi navê Mihemed Weysî jî aliyê xwe ve ev tişt anî ziman, "Em di pêvajoyeke hestiryar re derbas dibin, hemû dewlet li hemberî gelê Sûriyeyê bûne. Tirkiyê li hemberî gelê Efrînê bi armanca qirkirinê hemû çekên giran bi kar anî, lê ber neket, gelê me yên li Efrînê berxwedaniya xwe li Şehbayê berdewam dike û em amade ne beşdarî rizgarkirina Efrînê bibin."

(bb)

ANHA