El-Şiblî: Tirkiye dê Idlibê bifiroşe

Merî El-Şibilî destnîşan kir ku bi girtina rêjîma ji parêzgeha Idlibê re lihevkirinên civînên Cinêv û Astanayê bi dawî dibe û got herêm dê careke din ji aliyê Tirkiyeyê ve bikeve bazirganiyekê.

El-Şiblî: Tirkiye dê Idlibê bifiroşe
31 tebax, 2018   07:38

MIHEMED EBDO / HELEB

Endamê Desteya Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokrtîk Merî El-Şiblî di çarçoveya aloziya parêzgeha Idlibê ya bakur rojavayê Sûriyeyê ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

El-Şiblî di destpêkê de destnîşan kir ku Tirkiye û Rûsya der barê Idlibê de daxuyaniyan didin. Her wiha destnîşan kir ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu got ew nikarin komên çekar ên li Idlibê tune bikin yan jî parastina wan bikin.

El-Şiblî tekez kir ku rêjîma Sûriyeyê tu carî lihevkirinan bi komên ser bi opozîsyonê ve nakin, ji ber ku piraniya herêmên di bin serweriya çekdaran ve xistine bin serweriya xwe û got vekişandina ji Helebê nuqteya destpêkê ya lihevkirina Rûsî–Tirkî bû.

El-Şiblî di axaftina xwe de diyar kir ku Erdogan li ser dezgehên çapemeniyê digot Heleb ji wan re xeta sor e, lê rêjîma Sûriyeyê careke din ew xiste bin serweriya xwe da ku rê ji wan re li pêşiya dagirkerina Cerablus, El-Bab û Ezazê veke.

El-Şiblî destnîşan kir ku herêm dê careke din ji aliyê Tirkiyeyê ve bikeve bazirganiyekê û vê carî jî Idlibê ye, mînaka vê yekê jî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu ku ew nikarin komên terorîst ên li Idlibê tune bikin û dewleta Tirkiyeyê tenê li gorî berjewendiyên xwe tev digere û ji derveyî mafên xwe nas nake.

El-Şiblî tekez kir ku girtina rêjîmê ji parêzgeha Idlibê re lihevkirinên civînên Cinêv û Astanayê bi dawî dibe.

El-Şiblî destnîşan kir ku daketina pereyên Tirkiyeyê li hemberî dolar bandor li hemû çeteyan kir û wiha pê de çû: "Li gorî agahiyên ku ketine destê me ku her çeteyek 300 lîreyên Tirkiyeyê distîne yanî nêzî 18 hezar lîreyên Sûriyeyê. Berê jî dikir 68 lîreyên Sûriyeyê. Ev yek jî dibe sedem ku çete mal û milkên welatiyan talan bikin."

El-Şiblî diyar kir ku senaryoya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirin armanca wê têkbirina projeya neteweya demokarîtk û binpêkirina nasnameya gelan e.

El-Şiblî der barê veguhestina Tirkiyeyê ji çeteyan re ber bi Idlib, Cerablus û Babê û nêzî sînorê bajarê Minbicê ku dixwaze asta şer li herêmê bilind bike, tevliheviyan li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derxe û destnîşan kir ku Tirkiye bi bin dikeve û dixwaze projeyên din mîna projeya neteweya demokratîk têk bibe û ev yek jî ji karê dewletên faşîst e.

Endamê Desteya Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokrtîk Merî El-Şiblî di dawiya axaftina xwe de got ew wek MSD amade ne ku li hemberî hemû astangiyên ku rastî wan tên, bisekinin û armancên xwe pêk bînin.

(bx)

ANHA