Ebadî berpirsê desteya Heşdî Şebî ji kar dûr xist

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî şêwirmendê ewlehiya niştîmanî yê Iraqê û berpirsê desteya Heşdî Şebî ji kar dûr xist.

Ebadî berpirsê desteya Heşdî Şebî ji kar dûr xist
31 tebax, 2018   07:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din dîwana Serokatiya Desteya Wezîran a Iraqê ragihand ku ji ber şêwirmendê ewlehiya niştîmanî Falih Feyaz tevlî karê siyasî û hizbî bûye, biryara ji kar dûrxistina wî hatiye dayîn.

Di biryarê de wiha hate gotin; “Biryar pişt dide yasaya destûra Iraqê, bê alîbûna hêzên ewlehiyê, yasaya Heşdî Şebî û ew pîvanên pêşî li tevlîbûna rayedarên leşkeri ya tevlîbûna çalakiyên hizbî digire.

Falih Feyaz dest bi karê siyasî û hizbî kiriye. Ev jî li gel erka wî ya ewlehiyê dijî heve. Li gor destûrê divê dezgehên ewlehiyê bê alî bin û ji bo karê siyasî bi kar neynin.”

Li gorî biryarê Falih Feyaz ji posta şêwirmendiya ewlehiya niştîmanî, berpirsiyariya desteya Heşdî Şebî û dezgeha ewlehiya niştîmanî hatiye dûrxistin.