Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Dêrazorê buroyek vekir

Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bejahiya rojava ya Dêrazorê li gundê Mehîmîdiya buroya xwe bi merasîmekê vekir.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Dêrazorê buroyek vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Dêrazorê buroyek vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Dêrazorê buroyek vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Dêrazorê buroyek vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Dêrazorê buroyek vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Dêrazorê buroyek vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Dêrazorê buroyek vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Dêrazorê buroyek vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Dêrazorê buroyek vekir
30 tebax, 2018   12:13

DÊRAZOR

Di çarçoveya danasîna partiyê û naskirina armancên wê de Partiya Sûriyeya Pêşerojê navendeke xwe bi merasîmekê li gundê Mehîmîdiya vekir.

Endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Meclisa Zagonsaz a Meclisa Sivîl a Dêrazorê, serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan, şervan û fermandarên QSD’ê, endamên saziyên civaka sivîl û bi dehan şêniyên Dêrazorê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîma vekirinê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre, Îbrahîm El-Qeftan axivî û vekirina buroyê li şêniyên Dêrazorê pîroz kir û diyar ku partiya wan a hemû gelê Sûriye û kesên banga azadî, pirrengî û û nenavendî dikin.

Serokê Buroya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li Dêrazorê Hanî El-Efyan axivî û got vekirina buroyê ji bo Dêrazorê gavekî pir girîng e da ku gel bi hev re bibe alîkar di yekbûna axa xwe de û dengê xwe bigihînin her kesî.

Piştî axaftinan, deriyê buroyê ji aliyê keça şehîd Xalid Deham El-Beşîr, Fatime El-Beşîr ve hate vekirin.

Di  dawiya merasîmê de, koma Zerdeşt Kobanê şanoyek der barê êş û azarên zarokên Efrînê de pêşkêş kir, her wiha strana bi navê ʺBi hev re zarokên cîhanê stranan bêjinʺ hate gotin.

(kc)

ANHA