′Pêwîste jinên Sûriyê li hemberî tundiyê bisekinin‘

Rêxistina Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Helebê bi daxuyaniyekê bang li rêxistin, sazî û tevegerên jinan ên li Sûrî û cîhanî kir ku bila li dijî tundiya li ser jinên Sûriyê bisekinin.sîstemên desthilatdar ku jinan dikin hedef bisekenin.

′Pêwîste jinên Sûriyê li hemberî tundiyê bisekinin‘
30 tebax, 2018   13:20

HELEB

Rêxistina Jin a Partiya Sûriyêya Pêşerojê şaxê Helebê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta tirk a dagirker ên li dijî jinên Sûriyê şermezar kir.

Daxuyanî bi amadebûna jinên ji Rêxistina PYD‘ê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Weqfeya Jin ji aliyê Seroka Rêxistina Jinan a Partiya  Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Helebê Xalîda Ebdo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, jinên Sûriyê di salên derbasbûyî rastî gelek zehmetî û êrîşan hat, bibû hedefa fikrên desthilatdar û rastî gelek kiriyarên hovane mîna tecawizkirin, revandin û êşkencekirinê hatin, di sûkan de hatin firotin û heta niha jî êşa vê yekê dikşîne.

Di berdewama daxuyaniyê de, bang li hemû jin, tevger û desteyên jinan li Sûriyê û cîhanê kir ku bi hemû awayî li dijî sîstemên desthilatdar ku jinan dikin hedef bisekenin da ku rola jinê ya exlaqî di avakirina mirovahiyê û civakê de were diyarkirin, bi mêr re civakeke wekhev ava bikin û cewherê wê yê rasteqîn were xuyakirin.

Rêxistina Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Helebê di dawiya daxuyaniyê tundiya li ser jinêşkenceyên şermezar kir û bang li jinan kir ku tevlêbûna xwe aktîv bike û rola xwe ya xwezayî di avakirina civakeke siyasî, exlaqî û azad de diyar bike.

(bx) 

ANHA