Fermandar Ednan Ebû Emced hate bi bîranîn

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced di salvegera şehadeta xwe ya yekemîn de bi merasîmekê hate bi bîranîn.

29 tebax, 2018   19:21

MINBIC

Bi sedan şêniyên Minbic, şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Cebhet El-Ekrad beşdarî mersîmê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced ê ku di 29‘ê Tebaxa 2017‘an de di Pêngava Xezeba Firatê ya Rizgarkirina Reqayê de birîndar bibû, bûn. Merasîm li goristana Şehîdan a Minbicê hat lidarxistin.

Piştî torana leşkerî, Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axaftin kir. Derwîş got, "Em niha li vir kom bûne da ku şehîdên ku bi saya keda wan aramî pêk hatiye bi bîr bînin. Ednan Ebû Emced yek ji lehengên ku navê wî di rûpelên dîrok de hatiye nivîsandin."

Şervan Derwîş destnîşan kir ku wekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser soza xwe ne û dê armancên şehîdan pêk bînin.

Hevserokê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic Farûq El-Maşî jî di kesayeta şehîd Ednan Ebû Emced cangoriyên azadiyê bi bîr anî û wiha domand, "Em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin, dema em qala meha Tebaxê dikin, meha serkeftinê, berxwedan û rizgarkirina Minbicê tê bîra me."

 Ebû Emced, soza şopandina riya şehîdan dûbare kir.

 Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî diyar kir ku gelek ciwanên minbicê xwîna di ber rizgarkirina herêmê dane û bi hezaran jî dane ser xeta wan û armancên wan pêk tînin.

Arif her wiha got, Minbic numuna jiyana hevbeş e û soza şopandina xeta şehîda da.

Bavê şehîd Ednan Ebû Emced, Ebdulezîz Hemdiya jî anî ziman ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got, şehîd ew lehengên ku rê ji bo nifşên pê ronî dikin.

Miheme Sebirî bi navê malbata Şehîd Baran Tirkumen got, şehîd bira ber bi azadî û rumetê ve ye û ev tişt anî ziman

Bavê Şehîd Mûtesem Billah jî helbestek li ser şehîdan xwend.

 Fermandarê Cebhet El-Ekrad Ebû Xalid destnîşan kir ku ew şehîdan ji bîr nakin, ew ê şopdarên xeta wan bin.

Kurê şehîd Ednan Ebû Emced, Emced spasiya kesên beşdarî merasîmê bûn û helbestek xwend.

Di dawiya merasîmê de, find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

ANHA