Bi lezkirina rizgarkirina Efrînê mijara sereke ya nîqaşên kongrayê ye

Delegeyên Kongraya 3'yemîn a Tevgera Civaka Demokratîk girîngiya bilezkirina rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê tekez kirin.

Bi lezkirina rizgarkirina Efrînê mijara sereke ya nîqaşên kongrayê ye
27 tebax, 2018   14:48

QAMIŞLO

Çalakiyên Kongraya 3'yemîn a Tevgera Civaka Demokratîk bi dirûşma 'Bi civaka rêxistinkirî û azad serkeftin mîsoger dibe' îro li hola navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan ê girêdayî Kantona Qamişlo dest pê kir. Gelek partiyên siyasî û kesayetên serbixwe beşdarî kongrayê bûn.

Piştî bi dawîbûna axaftinan, rapora kar û xebatên tevgerê hatin xwendin. Piştre deriyê nîqaşê û pêşniyarên ji bo pêşxistina xebatê tevgerê ji beşdaran re hate vekirin. Heta niha xebatên kongre ji çapemeniyê re girtî didomin.

Hinek çavkanî ji hundirê kongrayê tekez kirin ku mijara sereke di kongrayê de tê nîqaş kirin, rizgarkirina Efrînê ye. Her wiha beşdarên kongrayê pêwîstiya bi lezkirina xebatên rizgarkirina Efrînê ji dagirkera Tirk diyar kirin û xwest ku tevgerê ev mijar bixe di pêşiya armancên xwe de.

Li gorî çavkaniyên ji hundirê kongrayê, beşdaran şêwaz û mekanîzmaya guhertina pergala rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk li gorî rûdanên nû li ser asta Sûriyeyê bi giştî û bi taybet li ser asta Bakurê Sûriyeyê nîqaş kirin.

Xebatên Kongraya 3'yemîn bi xwendina hevpeymana Tevgera Civaka Demokratîk didome.

(şx)

ANHA