Serokkomarê Iraqê dema civîna parlamentoyê diyar kir

Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsum daxwaz kir ku di 3'yê Îlonê de, dema 4'emîn a Parlamentoya Iraqê yekem civîna xwe lidar bixe.

Serokkomarê Iraqê dema civîna parlamentoyê diyar kir
27 tebax, 2018   14:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsum îro bi nivîsekî fermî daxwaz kir ku di 3'yê Îlonê de parlamentoya nû ya 4'emîn civîna xwe ya yekem bi serokatiya parlamenterê herî bi temen  lidar bixe.

Li gorî destûrê, di yekem civîna parlamentoyê de serokê Parlamentoyê û du cîgirên wî tên hilbijartin. Piştre divê di nava 15 rojan de divê serokkomarê nû were hilbijartin. Piştre serokkomar wê mehekê derfet bide koma herî mezin a di parlamentoyê de, ji bo hikûmeta nû ya Iraqê ava bike.

Li seranserî Iraqê di 12'ê Gulanê de hilbijartina Parlamentoyê pêk hat, lê hîn parlamento ne civiya ye.