Tevî aloziya aborî, Erdogan qesreke nû ava dike

Tevî aloziya aborî li Tirkiyeyê ku ji diravên Tirkiyeyê ji destpêka îsal ve bi qasî  ji sedî 40 ji nirxê xwe winda kiriye, Recep Tayyîp Erdogan dixwaze qesreke serokatiyê ya nû ji xwe re ava bike.

Tevî aloziya aborî, Erdogan qesreke nû ava dike
27 tebax, 2018   10:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Recep Tayyîp Erdogan ku bi nexweşiya desthilatdariyê ketiye, duh beşdarî şahiya 947'emîn a salvegera Şerê Milazgirê li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê bû û got ku dê qesrekî serokatiyê ya nû li bajaroka Xelat li ber gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê li ser erdekî 21 hezar metrekare ava bike. Rojnameyên Tirkiyeyê ragihand ku pêşniyara avakirina qesra serokatiyê ji aliyê serokê partiya MHP'ê Devlet Bahçelî ve hatiye kirin.

Ev ragihandina Erdogan ya avakirina qesrekî nû ya serokatiyê di heman dema ku Tirkiye di aloziyeke aborî de ye ku ji destpêka îsal ve bi qasî  ji sedî 40 nirxa xwe ya diravî winda kiriye.

Erdogan beriya niha jî qesrek ava kir û lêçûna avakirinê bi milyaran dolar ji xezîneya dewletê wergirt û di encamê de rastî gelek rexneyan hat û gelek aliyan ji sîstema Erdogan re gotin "Desthilata Qesrê."

Çavdêran avakirina vê qesra nû bi siyasetên tirkkirinê ve girê da ku Tirkikye li herêmên Kurdan ên bakurê Kurdistanê dide meşandin.

Hin çavdêran jî diyar kirin ku avakirinên bê pilansaziyên darayî yek ji sedemên aloziya aborî ya Tirkiyeyê ya niha ye ku ji sedî 20 ji giştî derhatina welat werdigire û 2 milyon kes di van salên borî de di vî alî de hatine erkdarkirin.

Li gorî serjimariyên hikumetê ji sedî 90 ji fînanseyên şîrketên xanûberan ên Tirkiyeyê ji krediyên pereyên biyanî pêk tên û ev yek tê wateya ku evan şîrket ketine çala hilweşîna dirava Tirkiyeyê.

Birêveberê berê yê banka navendî ya Tirkiyeyê Nîhat Goltkîn ji rojnameya El-Ereb re got ku fînansekirina dewletê di rastiyê de ne cûdayî fînansekirina kesane ye û wiha gotiye: "Eger tu xwe mezin bibînî û te pere wergirtin bê guman rojek dê were û deyndar dê daxwaza pereyên xwe bikin. Dema ku deyn bi pereyên biyanî bin bar girantir dibe û bi taybet piştî hilweşîna nirxa dirava Tirkiyeyê".

Çavdêr dibînin ku xezîneya giştî ya Tirkiyeyê ber bi lawazbûnê ve diçe ku nikare deynên xwe bide û piştrast kirin ku ji ber siyasetên aborî yên Erdogan alozî dê dijwartir bibe û bi taybet piştî ku sîstema Tirkiyeyê bi sîstema serokatiyê hate guhertin