Danekirinên Amerîkayê li ser Rûsyayê ketin meriyetê

Danekirinên Amerîkayê ku beriya niha li ser Rûsyayê hatibûn ragihandin ku çekên kîmyewî li bajarê Salisbury yê Brîtanyayê bi kar anîne, îro ketin meriyetê.

Danekirinên Amerîkayê li ser Rûsyayê ketin meriyetê
27 tebax, 2018   10:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Fermî ya çapxaneya hikumeta Amerîkayê îro belgeyek derxist û tê de wiha hate gotin: "Wezareta Karên Derve erê dike ku Rûsya çekên kîmyewî li dijî welatiyên wê bi kar anîne û ev yek qanûna navneteweyî binpê dike."

Li gorî belgeyê danekirinên li ser Rûsyayê di 27'ê Tebaxa 2018'an de dest pê dikin.

Di belgeyê de hate piştrastkirin ku Wezareta Karên Derve dê destûrên derfirotina çekên Amerîkayê ji saziyên hikumeta Rûsyayê re rawestîne, ji bilî derhatinên pêwîst ji bo hevkariya di aliyê gerdûnê de û çalakiyên geştên bazirganî ber bi gerdûnê ve. Her wiha ewlehiya geştên balafirên sivîl dê bêne mîsogerkirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku krediyên darayî ji bo Rûsyayê dê bêne redkirin û saziyên Amerîkayê tu alîkariyê ji Rûsyayê re nakin.