William Robak serdana Meclîsa Sivîl a Dêrazorê kir

Şêwirmendê sereke ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ'ê li Sûriyeyê William Robak di nava şandeyekê de îro serdana herêmên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) rizgar kirine, kir û bi Meclîsa Sivîl a Dêrazorê re civiya û rewşa xizmetguzarî û civakî li herêmê gotûbêj kir.

William Robak serdana Meclîsa Sivîl a Dêrazorê kir
William Robak serdana Meclîsa Sivîl a Dêrazorê kir
William Robak serdana Meclîsa Sivîl a Dêrazorê kir
William Robak serdana Meclîsa Sivîl a Dêrazorê kir
27 tebax, 2018   10:51

DÊRAZOR

Bi armanca şopandina rewşa civakî û xizmetguzarî ya li herêmên Dêrazorê yên ku QSD'ê ji destên DAIŞ'ê rizgar kirine, şêwirmendê sereke ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ'ê li Sûriyeyê William Robak û hejmareke rayedarên koalîsyonê serdana Meclîsa Sivîl a Dêrazorê kir.

Şande ji aliyê hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif ve li navenda meclîsê ya li navçeya El-Kisra ya Dêrazorê hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan civînek li dar xist û tê de Xesan El-Yûsif axivî û behsa stratejiya herêmên Dêrazorê û girîngiya wê kir. Piştre civîn ji çapemeniyê re girtî hate domandin.

ANHA