Belavbûna nexweşiya kurmikan di nav berhema pembo de

Zeviyên pembo li herêma Cizîrê û bi taybet Til Hemîsê ji ber belavbûna nexweşiya kurmikan, gelek ziyan dîtine. Ruxmî ku cotkar dermanên kurmikan li ser zeviyan reşandin lê vê yekê tu bandor li kurmikê nekir.

27 tebax, 2018   07:06

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Pembo ji girîngtirîn hilberînên çandiniyê ye ku li ser bilindkirina rêjeyên dahat û zêdebûnê ya aboriya navçeya Til Hemîs û herêma Cizîrê bandorê dike.

Piştî destpêkirina aloziya Sûriyeyê ev berhem di 6 salên dawîn de gelekî bi paş de çû. Lê piştî vegera ewlehî û aramiya herêmên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet herêma Cizîrê, ev çandinî geş bû. Qadên ku vê salê li Til Hemîsê bi pembo hatine çandin ji 9 hezar dinoman derbas bû. 

Cotkar salane di destpêka meha Gulanê de pembo diçînin. Cotkar heta hilberînê di destpêka meha Îlonê de li pembo miqate dibin.

Cotkarên pembo ji ber belavbûna nexweşiya kurmika bistrî di nav zeviyên pembo de bi tirs in. Li gorî cotkaran ji ber kêmbûna pileyên germahiyê di zivistanê de û kêmbarîna baranê ev kurmik di nav zeviyan de belav dibe.

Her wiha cotkaran destnîşan kir ku rêjeya telefbûna zeviyan li deverên başûrê Til Hemîsê gihaşt ji sedî 80'yan û li deverên bakur gihaşt ji sedî 50. Ji ber tunebûna dermanên pêwîst barê cotkaran zêde bû. Her wiha xisarên cotkaran ji ber lêçûnê dê zêde bibin.

Cotkarên gundên girêdayî Til Hemîsê diyar kir ku tu sal mîna îsal nebûye. Kurmika bistrî gelek zirar gihand berhema pembo. Her wiha destnîşan kir ku tevî gelek tedbîr û girtekan û reşandina cure dermanan nikarin rê li ber vê nexweşiyê bigirin.

Girêdayî vê mijarê hevserokê Komîteya Çandiniyê ya navçeya Til Hemîsê endezyarî çandiniyê Elû El-Berho wiha got: "Rêjeya ziyanê li gorî deveran ciyawaz bû. Ji bo dermankirina berhemê me gelek rê ji cotkaran re diyar kirin." El-Berho diyar kir ku tevî gelek tedbîran jî lê ev nexweşî di nav zeviyên pembo de belav dibe û zirareke mezin digihîne hilberînê.

Di dawiya gotinên xwe de El-Berho ev tişt destnîşan kirin: "Ji bo sala bê divê cotkar tovên baş û bakirî biçînin, derman zû li ser zeviyan bireşînin û her wiha garis li derdora zeviyên pembo biçînin."

(şx/ew)

ANHA