Piştî 4 salan jiyan vedigere li sûka Til Birakê

Sûka Til Birakê ya gerok di dema dagirkirina DAIŞ'ê de hatibû girtin. Sûk ji 4 salan û bi vir de, ango piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyan dîsa hat vekirin.

Piştî 4 salan jiyan vedigere li sûka Til Birakê
Piştî 4 salan jiyan vedigere li sûka Til Birakê
Piştî 4 salan jiyan vedigere li sûka Til Birakê
Piştî 4 salan jiyan vedigere li sûka Til Birakê
Piştî 4 salan jiyan vedigere li sûka Til Birakê
27 tebax, 2018   07:15

RÊNAS REMO - MÎDYA ELÎ / QAMIŞLO

Ji zêdetirî 30 salî ve li piraniya bajar û deverên herêma Cizîrê, sûkên gelêrî yên gerok hene. Ev sûk navên rojên hefteyê digirin. Weke sûka Şemî, Yekşem û hwd.

Ji ber guncawbûna buhayê madeyan û hebûna kelûpelên cur bi cur, şênî berê xwe didin sûkên gerok. Kelûpelên her sûkekî, ji yên din cudatir in. Li sûkên Dêrik, Qamişlo û Girkê Legê beşa firotina sewalan tune ye. Her wiha li Til Birak, Hesekê û Serêkaniyê caw li sûkên gelêrî li gorî şêniyên herêmê cuda ne.

Sûka Til Birakê bi navê Sûka Çarşemê tê naskirin. Sûk ji mezintirîn sûkên herêma Cizîrê ye. Hemû pêwîstiyên şêniyan ji madeyên xwarinê, amûrên malan, cihêzên bûkan û heta beşa firotina sewalan tê de peyda dibin.

Sûk di dema dagirkirina DAIŞ'ê de hatibû girtin. Piştî rizgarkirina YPG û YPJ'ê deverên Til Birakê û herêm ji bermahiyên DAIŞ'ê paqij kirin û piştî radestkirina rêveberiya navçeyê ji saziyên sivîl re, sûk bi awayekî fermî di nava sala 2017'an hate vekirin. Şaredariyê li bakurê navçeyê cihek ji sûkê re eyar kir.

Piştî hilbijartinên rêveberiya herêmî yên Fedaraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê di Cotmeha sala 2017'an de, sûk geş bû. Her wiha rêveberiya şaredariyê ya navçeyê cihê sûkê berfireh kir û cihên firoşkaran jî eyar kirin.

Sûk rojên çarşeman di serê sibehê de heta danê êvarê deriyê xwe vedike. Şêniyên navçeyê sûkê wek kevneşopekê dihesibînin.

(şx/ew)

ANHA