Şandeya HDP’ê ji bo şewatên daristanan wê biçin Dersimê

Şandeya HDP’ê ya ku ji 11 parlemeteran pêk tê ji bo şewatên daristanan wê biçin Dersimê.

Şandeya HDP’ê ji bo şewatên daristanan wê biçin Dersimê
27 tebax, 2018   06:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama boberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a duh li bejahiya navedna Dersimê şewat dîsa derket. HDP`ê têkildarî şewatên ku her diçe zêde û belav dibe, wê bi heyeteke ku ji 11 parlemeteran pêk tê roja sêşemê ji bo lêkolînkirinê berê xwe bidin Dersimê.

Şandeya HDP’ê ya ku ji Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen, Parlemeterê Dersimê Alîcan Unal û li gel parlemreter Mahmût Togrûl, Erkan Baş, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Erdal Aydemîr, Mûmart Çepenî, Mehmet Tîryakî Dîlşat Canbaz û Kaemal Bulbul pêk tên wê roja Sêşemê ber xwe bidin herêma Dersimê ya şewat lê derketî.

(kc)