Efrînî bêdengiya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk şermezar dikin

Şêniyên Efrînê bêdengî û paşguhkirina navdewletî ya li ber binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê der heqê şêniyan de li Efrînê, şermezar kir. Dagirkerên Tirk malên welatiyan didizin, darên wan dişewitînin û her wiha nahêlin şênî berhemên xwe berhev bikin.

Efrînî bêdengiya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk şermezar dikin
27 tebax, 2018   06:35

EFRÎN

Bi berdewamkirina û bilinkirina asta binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê li Efînê re, hêrs û nerazîbûnên şêniyên Efrînê ji bo berdewamkirina bêdengiya navdewletî û ya rêxistinên hiqûqî zêde dibe.

Tevî zêdebûna haletên revandin, kuştin, şantajkirin, dizîn û wêrankirina malên şêniyên Efrînê jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê darên zeytûnê hildikin û dişewitînin. Her wiha destûr nadin ku şênî biçin zeviyên xwe û bi kuştinê tehdîd dikin.

Li hemberî van kiriyarên dagirkeriya Tirk, şêniyên Efrînê ku li Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê bi cih bûne, nerazîbûnên xwe anîn ziman û di heman demê de bêdengiya navdewletî û rêxistinên mafên mirovan şermezar kirin.

Têkildarî vê mijarê welatiyê bi navê Mihemed Xelîl destnîşan kir ku kirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê niyet û armancên wan ên rasteqîn diyar dikin. Dagirkeriya Tirk dixwaze gelê Kurd ji holê rake, dîrok, xuyang û demografyaya Efrînê biguherîne. Her wiha ji ber hêrsa xwe malên şêniyan didize û talan dike û darên zeytûnê yên ku bav û kalên Kurdan çandine, dişewitîne. Di dawiyê de Mihemed bêdengiya navdewletî li hember van kirinan şermezar kir.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Miwefeq Ibrahîm wiha got: "Tu qanûn ji qanûnên cîhanê destûr nadin ku kesek milk û malên gelê din desteser bike, bidize û bişewitîne û destûr nede ku berhemên xwe hilberîne! Ev lekeyek e  di eniya hemû rêxistinên ku banga mirovahiyê û mafên mirovan dikin û yên ku li hemberî sûcên ku der heqê şêniyên Efrînê de tên kirin."

Têkildarî heman mijarê welatiya bi navê Xatûn Mihemed jî ev tişt gotin: "Efrîn bi zeytûna xwe tê naskirin. Şêniyên Efrînê debara xwe ya rojane bi zeytûnan peyda dikin. Niha jî dagirkera Tirk û çeteyên wê qûtê gel li ber çavên cîhanê talan dikin û dişewitînin. Her wiha tu kes bertek li hemberî van kirinan nade. Piştî ku şêniyên Efrînê ji zeytûnên xwe bê par man, dê ji ku derê bijî?

Bi hezaran darên zeytûnan desteser kirin

Tê zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê beriya çend rojan bi hezaran darên zeytûnê desteser kirin û destûr nadin ku kesek nêzî wan zeviyan bibe.

Her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di çarçoveya binpêkirinên xwe de bi hezaran darên zeytûnê û daristan şewitandin. Gelek dar jî ji bo avakirina noqteyên leşkerî hilkirin. Ev binpêkirin di nav bêdengiya navdewletî û cîhanî de tê kirin.

(şx-ew)

ANHA