Xizanî, nexweşî û dûrbûna ji war, êşa wan girantir kir

Salha Bekir û hevserê xwe Mihemed Mistefa Bekir dema êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê, ji gundê xwe Miskê yê herêma Racoyê yê kantona Efrînê derketin û pala xwe dane Şehbayê, li pey xwe bîranînên xweş hiştin. Her du hevjîn nexweş in û rewşa wan a tenduristiyê her ku diçe girantir dibe.

Xizanî, nexweşî û dûrbûna ji war, êşa wan girantir kir
Xizanî, nexweşî û dûrbûna ji war, êşa wan girantir kir
27 tebax, 2018   06:33

ŞERVÎN MISTEFA - ARIF SILÊMAN / EFRÎN

Mihemed Mistefa Bekir (80) û hevjîna wî Salha Bekir (61), piraniya temenê xwe bi hev re li gundê Miskê yê herêma Raco ya kantona Efrînê derbas dikin. Her du hevser dê û bavên 6 zarokan in, ji wan 3 li derveyî welat in û yên din jî di nava Hêzên Asayîş û focan de ne.

Piştî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li ser Efrînê, Mistefa û Salha mîna bi hezaran kesan warê xwe berda û berê xwe da kantona Şehbayê. Di dema ku li Efrînê bûn, bi zorê pariyek nan xwe peyda dikirin, piştî ku li Şehbayê bi cih bûn, nema dikarin vê yekê jî bikin.

Her du hevser di 18'ê Adara 2018'an de piştî rêwîtiyeke dijwar û çîroka rojên berxwedanê, berê xwe da Şehbayê û li Kampa Şehbayê li gundê Keştar bi cih bûn. Her du jî nexweş in û tu kes alîkariya wan nake.

Salha ji beriya 30 salan ve nexweşiya wê ya qirikê heye. Nexweşiya Salhayê destpêkê gulbûneke biçûk di qirikê de bû, lê ji ber xizaniyê, nedikarî serî li bijîşkan bide, ji ber vê yekê rewşa wê xirabtir bû, piştî 7 salan kulbûna biçûk roj bi roj mezin bû.

Salha niha di nefesê de zehmetiyan dikişîne ku bandorê li ser xewê dike, her wiha nikare xwarinê bixwe, bijîşkan jî got emeliyet jê re pêwîst e.

Mihemed Bekir damarê destê wî yê rastê qetiyane, nikare destê xwe bilivîne. Derfetên navendên tibî yên li Şehbayê têrê nakin ku her du hevjînan derman bikin, pêwîst e li herêmên din werin emeliyatkirin.

Kampa Şehba ji ber ku rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê alîkarî û destekê pêşkêşî şêniyên kampê nakin û her wiha ji ber kêmderfetan, zehmetiyan dikişîne.

(şx/ew)

ANHA