Bermahiyên avakirina avahiyên Girê Spî; sedem û çareserî

Beriya 70 salan ji dema ku nexşeplana bajarê Girê Spî hate dayîn ve, diyardeya avakirinên derqanûnê di nava tax û kolanên bajêr de didome, nemaze ji ber ku welatiyên bajêr bi nexşeplana bajêr nedizanî.

Bermahiyên avakirina avahiyên Girê Spî; sedem û çareserî
Bermahiyên avakirina avahiyên Girê Spî; sedem û çareserî
Bermahiyên avakirina avahiyên Girê Spî; sedem û çareserî
Bermahiyên avakirina avahiyên Girê Spî; sedem û çareserî
Bermahiyên avakirina avahiyên Girê Spî; sedem û çareserî
27 tebax, 2018   05:53

MEED SELÛM / GIRÊ SPÎ

Şaredariya bajarê Girê Spî ya girêdayî hikumeta Sûriyeyê di salên 1950'yî de nexşeplana avakirina avahiyan di bajarê Girê Spî de derxist. Lê ji ber ku agahiya welatiyan bi vê nexşeplanê tune bû û berjewendiya giştî nas nedikirin û ji ber paşguhkirina rayedarên şaredariyê, gelek avahî li derveyî nexşeyê bi awayekî derqanûnî hatin avakirin bêyî ku destûra avakirina van avahiyan wergirin.

Bajarê Girê Spî bi çar taxên xwe tê nasîn (taxa Şehîd Sadiq ku bi navê Harêt El-Lêl tê nasîn, taxa Eyn El-Erûs, taxa Til Ebyed a rojhilat û taxa Akçel an jî Ebû Kreya). Di serdemên borî de piraniya niştecihên bajêr ji pêkhateya Ermenî û xiristiyan bûn. Piştre mal û milkên xwe firotin welatiyên gundên derdorê û ber bi bajarên mezin ve koçber bûn.

Ji ber diyardeya derqanûniyên avakirina avahiyan di bajarê Girê Spî de, em ê behsa avakirina bajêr û sedema derketina van derqanûniyên 70 salî bikin.

Sedema derketina diyardeya avakirina derqanûnî

Yek ji sedemên bingehîn ên diyardeya avakirina avahiyên derqanûnî ew e ku welatiyên bajêr ziyanên vê diyardeyê nas nakin. Di encamê de tevliheviya avakirinê û pêkanîna projeyan bêyî ku avahiyên wan bêne lêkolînkirin derdikeve, ango gelek avahî bêyî stûnên betonî tên avakirin.

Hin xwediyên xanûberan ji vê rewşê sûdê werdigirin û destdirêjî li park, kolan û navendên rêveberî û xizmetguzariyê kir, bêyî ku rewşa xanûberan li gorî neşxeplanê di ber çavan re derbas bikin.

Diyardeya tirsa ji şaredariyê û çalakiyên wê yên hilweşandinê ku ev dever an xanî ne li gorî nexşeplanê ne, buhayê xanûberan gelekî kêm kir.

Ermenî û xiristiyanan çawa xanûberên xwe firotin?

Milkiyeta piraniya xanûberên bajêr vedigere kesên ji pêkhateyên Ermen û xiristiyan ku gelek ji wan koçberî dewletên derve bûne û xanûberên xwe li gorî girêdestên nefermî firotine û ev girêdest li ba aliyên fermî nehatine çespandin.

Hikumeta Sûriyeyê di wê demê de xwest vê mijarê çareser bike û biryarê 3 caran mehane di rojnameyên fermî de ragihîne, eger rikberekî biryarê derneke biryar tê çespandin.

Nexşeplana bajêr a wê demê çawa bû?

Avahiyên nû yên bajêr vedigerin salên 80'yî û ji bo van avahiyan rûpîvaneke 390 hektar hate veqetandin û dabeşî cihên niştecihbûnê, bazirganiyê, kolan, park, dibistan, navendên rêveberiyê, pêşdibistan, mizgeft û devereke keskayî hatin kirin.

Endezyarekî proje pêşkêş kir ku bajarekî nimûne li herêmê ava bike û projeya wergirtina milkên herêmê hate amadekirin û lêçûna projeyê jî hate danîn. Hin avahiyên nimûne di bajêr de hatine avakirin wekî Karîgeriya Karûbarên Sivîlan, Rawestgeh, Postexane, Karîgeriya Darayî, Navenda Tenduristiyê û navenda belavkirina avê û hin navendên hikmî û xizmetguzarî yên din hene.

Her wiha dergeha sînorî ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de û wekî dergeheke bazirganî dihat bikaranîn û hişt bajar gelekî pêşve biçe û rewşa jiyanî û avahîsaziyê li herêmê bi pêş xist. Lê rewşa ku di ser herêmê re derbas bû, nehişt ev proje temam bibe.

Geliyê çemê Silolih

Çemê Silolih ji bakurê Kurdistanê derdikeve û ber bi Rojava ve diherike û di kaniya bi navê Eyn El-Hîsan de kom dibe.

Di serdema ziwabûnê de ev çem 15 salan miçiqî û şaredariyê aliyên pireya di navbera her du aliyên bajêr de bi axê dagirt. Piştre hikumeta Tirkiyeyê li nêzî sînor projeyek li ser çem pêk anî û di encamê de Şaredariya Girê Spî careke din gelî vekir û projeyeke nû dest pê kir.

Di wê demê de porje ne li gorî berjewendiya hin kesan bû ku destdirêjî li geliyê çem kiribûn û xanî tê de ava kiribûn. Ev projeya nû li ser 2 qonaxan pêk hat.

Taxa Şehîd Sadiq ku welatiyên bajêr jê re dibêjin Harêt El-Lêl, di nava nexşeplanê de li ser erdekî taybet hatiye avakirin ku milkiyeta wî vedigere kesê bi navê Xemîs Ebû Semra û di sala 1987'an de jê hate xwestin ku erdê xwe radestî projeya dabeşkirina nexşeplanê bike û tê de navendên giştî û navendên rêveberî û xizmetguzariyê û park bêne avakirin. Ebû Semra proje red kir û erdê xwe bi awayekî tevlihev firot welatiyan bêyî ku nexşeplanê di ber çavan re derbas bikin.

Girîngiya taxa Eyn El-Erûs çi ye?

Taxa Eyn El-Erûs yek ji taxên kevnar ên bajêr e û wek devereke geştewariyê dihat zanîn.

Di taxê de her wiha kaniyeke bi navê "Kaniya Çavik" heye û ava wê ber bi çemê Belîx ve diherike. Di taxê de her wiha gora Hz. Îbrahîm Xelîl heye û li rex gorê mizgeft û park hatine avakirin.

Komîtiya Olî niha projeyeke nûkirinê li vê deverê dide meşandin, nemaze ji ber ku devereke geştewariyê ya girîng e.

Taxa Til Ebyed a rojhilat an jî "El-Kîsom"

Taxa Til Ebyed a rojhilat li ser rêya bajarokê Silok û Serêkaniyê hatiye avakirin û niştecihên taxê ji heman eşîrê ne.

Taxa Akçel an jî Ebû Kreya

Piştî ku nexşeplana bajêr hate danîn, deverên Ebû Kreya girtin nava xwe û li vir gelek navendên xizmetguzarî û geştewariyê hene. Lê di taxê de toreyên ava vexwarinê û kanalîzasyonê nehatine avakirin.

Deverên niştecihbûna derqanûnî

Ji ber nasnekirina welatiyan û paşguhkirina şaredariya girêdayî hikumeta Sûriyeyê beriya şoreşa Sûriyeyê, welatiyan gelek avahî li deverên derqanûnî ava kirin, çi di hundirê parkan û çi jî li şûna navendên rêveberî, dibistan û kolanan ava kirin. Wek mînak; parka navenda çavdêriya rewşa hewayê ku li ser nexşeplanê hatiye diyarkirin, niha gelek xanî û dikan tê de hatine avakirin. Piştî ku ji aliyên têkildar hate xwestin ku nexşeplana vê deverê biguherînin, hemû daxwaz hatin redkirin.

Rola şaredariyê di rêgirtina li pêşiya derqanûniyan de

Bi armanca rêgirtina li pêşiya avakirina avahiyên derqanûnî di bajarê Girê Spî de Şaredariya Gel komîteyek ava kir da ku çavdêriya xwe li bajêr bike û rewşa avakirina avahiyan bişopîne. Komîte her wiha kesên avahiyên xwe derveyî nexşeplanê ava dikin ceza dike û derqanûniyê ji nû ve radike.

Der barê destdirêjiya li milkên giştî xaniyên ku tê de hatine avakirin, tên rakirin û lihevkirineke darayî nayê qebûlkirin.

Nexşeplana bajarê Girê Spî nêzî hezar hiktar e û ji sedî 25 hatiye xizmetkirin.

ANHA