ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-08-2018
27 tebax, 2018   04:00

- Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê ji nû ve daye destpêkirin dê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro kongreya xwe ya sêyemîn li bajaroka Rimêlan a girêdayî kantona Qamişlo lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên kantona Efrînê bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wî yên li dijî sivîlên Efrînê şermezar dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tariq Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di aliyê leşkerî de nikaribû vîna gelê Kurd bişikîne û ji ber vê yekê bi rêbazên herî qirêjî destdirêjiyê li xwezaya Kurdistanê dike û wiha got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji tunekirina xwezayê ew e ku gelê Kurd ji axa xwe dûr bixe û bajarên Kurdan vala bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Salha Bekir û hevserê xwe Mihemed Mistefa Bekir dema êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrîn, ji gundê xwe Miskê yê herêma Racoyê yê kantona Efrînê derketin û pala xwe dane Şehbayê. Herduyan li pey xwe bîranînê xweş û nexweş hiştin, rewşa herduyan a tenduristiyê her ku diçe girantir dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên taxa Şêxmeqsûd, bi xwe xwe bi rêve dibin û debera malbata xwe peyda dikin bêyî ku alîkariyê ji kesekî bixwazin. Her wiha di nav şert û mercên dijwar de karên xwe yên taybet bi pêşdixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li herêma Cizîrê û bi taybet Til Hemîsê zeviyên pembo ji ber belavbûna nexweşiya kurmika bi stirî gelek ziyan dîtine. Cotkar dibêjin, wan dermanên kurmikan jî reşandin lê fêde nekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Beriya 70 salan ji dema ku nexşeplana bajarê Girê Spî hate dayîn ve, diyardeya avakirinên derqanûnê di nava tax û kolanên bajêr de didome, nemaze ji ber ku welatiyên bajêr bi nexşeplana bajêr nedizanî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê di van demên dawîn de, ango piştî kêmbûna buhayê madeyên avahîsazî, di warê avahîsaziyê de pêşketinek pêk hat. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Sûka Til Birak ya gerok di dema dagirkirina DAIŞ'ê ji herêmê re hatibû girtin. Sûk ji 4 salan û vir de, ango piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyan dîsa hat vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ev bû nêzî saleke ku Şirketa El-Şemal ava bûye. Piştî rizgarkirinê şirket gelek projeyên girîng ên ku dikevin xizmeta şêniyên Tebqayê hatin pêkanîn. Her wiha gelek derfetên kar ji şêniyan re peyda kir. Niha şirket hewl dide di rêya bicihanîna gelek projeyan qadên xebatên xwe berfireh bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA