Piştî bombebaranê careke din agir li Dersimê gur bû

Piştî ku herêma Çemê Balî û Muşkirekê ya bejahiya navenda Dersimê hate bombekirin, şewat dîsa gur bû.

Piştî bombebaranê careke din agir li Dersimê gur bû
26 tebax, 2018   09:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Şewata li bejahiya navenda Dersimê ku bi mudaheleya dildaran hatibû kontrolkirin, vê sibehê, bi bombekirinên artêşa Tirk dîsa gur bû. Li gorî agahiyên ku jêderên xwecih agahî dane Ajansa Mezopotamyayê (MA) vê sibehê derdora saet 07.00’an, 2 helîkoptêran herêma Çemê Balî û Muşkirekê bombe kirin û şewat derket.

Tê gotin şewat ketiye çiyayê Sincik, bejahiya Rengulê û her wiha şewata li Balî û Muşkirekê jî zêde bûye.

Her wiha hate gotin li herêma ku şewat lê heye operasyona hewayî jî didome. Dîsa li navenda Dersimê çûnûhatina gelek helîkoptêran heye.