Fransayê hêviyên Erdogan şikandin

Fransayê hêviyên serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di lidarxistina lûtkeyeke çaralî de ji bo aloziya Sûriyeyê şikandin û diyar kir ku derfetên lidarxistina wê kêm in û dema lidarxistina wê ne guncaw e.

Fransayê hêviyên Erdogan şikandin
26 tebax, 2018   09:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêviyên serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên lidarxistina lûtkeyeke çaralî der barê aloziya Sûriyeyê de kêm dibin, nemaze piştî ku Fransayê diyar kir ku derfeta lidarxistina vê lûtkeyê kêm in û got ku dema lidarxistina wê ne guncaw e. Erdogan jî di xwest bi rêya vê lûtkeyê rûyê xwe spî bike û diyar bike ku welatê wî li hemberî cezayên Amerîka li ber xwe dide.

Koçka Elysee ragihand ku lûtkeya ku Erdogan ji bo aloziya Sûriyeyê dixwaze were lidarxistin, diyar e di vê demê de nayê lidarxistin.

Çavkaniyeke nêzî serokatiya Fransayê got 7'ê Îlonê roja ku serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, serokê Fransa Emmanuel Makron, serokê Rûsyayê Viladimîr Pûtîn û şansolyeya Almanyayê Angela Merkel ji bo lûtkeyê pejirandine ji bo lûtkeyê li ser vê astê ne guncaw e.

Heman çavkanî diyar kir ku Parîs dixwaze mîsogeriyan ji bo agirbestê û çaksaziyên siyasî di Sûriyeyê de li plansaziya lûtkeyê zêde bike.

Rojnameya El-Ereb jî li ser navê hin şopdarên Tirkiyeyê ragihand ku der barê Sûriyeyê de lûtkeyek dê li Stenbolê were lidarxistin.

Heta niha Rûsya, Îran û Tirkiyeyê nikaribûn çareseriyeke siyasî li gorî daxwaza aliyên navneteweyî pêk bînin ku dibînin ku rewşa şer li ser erdê ya bi sponseriya Rûsyayê têra bidawîkirina aloziya Sûriyeyê nake.

Fransa her wiha pêşniyara vegerandina bi milyonan koçberên Sûriyeyê red kir û wezîrê karên derve yê Fransayê got ku vegerandina koçberan di van rewşên niha de tiştekî xeyalî ye.

Amerîka ragihand ku dê hebûna xwe di Sûriyeyê de bidomîne da ku li hemberî terora DAIŞ'ê û hêzên Îranê derkeve.

Gelek hevdîtinên Rûsya û Amerîkayê ji bo peydakirina stratejiyeke hevbeş a ji bo vekişandina Îranê ji Sûriyeyê têk çûn. Washington her wiha alîkariya QSD'ê didomîne tevî ku Tirkiyeyê ji vê yekê ne razî ye û hişt ku tevlihevî di têkiliyên wê bi Washingtonê re derbikeve.