'Projeya Ocalan li Bakurê Sûriyeyê pêk tê‘

Welatiyên kantona Girê Spî daxwaz kir ku rewşa Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan were aşkerakirin û diyar kir ku projeya Ocalan li Bakurê Sûriyeyê pêk tê. Welatiyan woha got: "Serbestberdana Ocalan tê wateya hilweşîna hemû pergalên zordariyê."

'Projeya Ocalan li Bakurê Sûriyeyê pêk tê‘
26 tebax, 2018   06:08

MEED SELÛM - GULISTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û daxwazên malbat û parêzeran ên hevdîtina bi Ocalan re red dike. Ji wê demê de tu agahî der barê rewşa wî ya tenduristiyê de nayên wergirtin.

Welatiyê bi navê Mistefa Mihemed ji şêniyên Girê Spî ye û têkildarî mijarê wiha axivî: "Em nameyekê ji dijminên mirovahiyê, kesên Ocalan girtine û hevalbendên wan re dişînin û dibêjin; projeya Ocalan tê bicihanîn û neteweya demokartîk û biratiya gelan li Bakurê Sûriyeyê delîla vê yekê ye." Mistefa Mihemed anî ziman ku serbestberdana Ocalan tê wateya hilweşandina hemû pergalên zordariyê û bidawîkirina projeyên netewdewletê.

Ji aliyê xwe welatiya bi navê Fadya El-Şerîf tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kir û wiha got: "Wijdanê mirovahiyê ji bo tecrîdê li ku derê ye?"

Her wiha Fadya bang li hemû dewletên ku banga mirovahiyê dikin, kir ku rewşa Ocalan di ber çavan re derbas bikin û ji bo serbestberdana wî tev bigerin.

Girêdayî heman mijarê Mihemed El-Hemdan ji hemû gelên cîhanê xwest ku piştgiriya projeya Ocalan bikin û wiha got: "Ji ber ku ev proje bang li biratiya gelan û şikandina nîjadperestiyê dike. Her çi qas tecrîd li ser Ocalan dirêj bike, dê cenga wijdan dirêj bike û Erdogan binkeftiyê herî mezin e."

(şx/ew)

ANHA