Ji bo azadiya Ocalan li Lozan û Rochefortê stand hate vedan

Li bajarê Lozan ê Swîsre û bajarê Rochefort ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hate vedan.

Ji bo azadiya Ocalan li Lozan û Rochefortê stand hate vedan
25 tebax, 2018   15:41

NAVENDA NÛÇEYAN 

Lozan

Li navenda bajarê Lozanê ji bo bidawîkirina tecrîda giran û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hate vedan.

Standa ku ji aliyê NCK a Lozan û Meclîsa Jinan a Lajin ve hate vedan, wêneyên Ocalan hatin bilindkirin û belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin. Çalakiya bi qasî 3 saetan dom kir, piştre bi dawî bû.

Rochefort

Li bajarê Rochefort ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon hate kirin û di çalakiyê de têkildarî tecrîda giran a li ser Ocalan belavok hatin belavkirin.