Ciwanên Efrîn: Rizgarkirina Efrînê erka me ye

Ciwanên Efrînê yên li navçeya Şêrawa û yên Şehbayê tekez kirin ku ew ê rêxistina xwe xurt bikin û erka xwe ya  rizgarkirina Efrînê pêk bînin.

Ciwanên Efrîn: Rizgarkirina Efrînê erka me ye
Ciwanên Efrîn: Rizgarkirina Efrînê erka me ye
25 tebax, 2018   18:04

ŞEHBA

Yekitiya Ciwanên Rojava, civînên xwe yên li navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê didomîne. Civîn di çarçoveya nîqşakirina biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê û rola ciwanan di rizgarkirinê de têne lidarxistin.

Îro jî civîneke li navçeya Til Rifet a Şehbayê bi amadebûna bi dehan ciwanan hate li darxistin.

Di civînê de, Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava Harûn Apoyî li ser jiyana gelên şoreşgerî rawestiya û got, "Ji bo gelek karibe xak û welatê xwe biparêze divê xwe li gorî şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin bike."

Harûn Apoyî anî ziman ku ciwan bingehê şoreş û serhildanan e û ji ciwanên herêmê xwest ku biryarê Konferansa rizgarkirina Efrînê pêk bînin. Harûn got, "Wekî ciwan hewcedariya me bi xwebirêxistinkirinê heye."

Harûn her wiha tekez kirin ku rizgarkirina Efrîn erkeke di serî de ji ciwanan tê xwest û bang li ciwanan kir ku ji bo vê yekê têkoşîna xwe mezin bikin û wiha domand, "Di dema heyî de, berxwedana gelê Efrînê û bi berxwedaniya rêbertî bûne yek, divê em têkoşîna me ya rizgarkirina Efrînê mezin bikin. Bi hêza ciwanan û îradeya gel Efrîn wê serkeve."

Ciwanên beşdarî civînê bibûn jî tekez kirin ku ew ê rêxistina xwe xurt bikin û li hemberî her pilanên dijber bisekinin.

Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA