Rohîngyayî daxwaza edaletê ji Neteweyên Yekbûyî dikin

Bi boneya yekemîn salvegera êrîşa artêşa Burmayê ku di encamê de welatiyên Rohîngyayê neçar man ji warên xwe derkevin û li dewleta Bangladeşê di kampan de bi cih bibin, bi hezaran koçberên Rohîngyayê xwepêşandanek li dar xist û banga edaletê ji Neteweyên Yekbûyî kir.

Rohîngyayî daxwaza edaletê ji Neteweyên Yekbûyî dikin
25 tebax, 2018   10:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran welatiyên Rohîngyayê salvegera "Roja Reş" bi xwepêşandanên aştiyane bi bîr anî û dirûşmên "Em edaletê ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin" bilind kirin.

Nêzî 700 hezar welatiyên ji kêmneteweya Rohîngya ya îslamî ji ber hemleya leşkerî ya artêşa Burma û komên Bozî di 25'ê Tebax sala borî de neçar man koçber bibin û niha di kampên devera Kokes Bazar a başûrê rojhilatê Bangladeşê de bi cih bûne.

Li kampa Kutopalong pankartên bi nivîsên wekî "Komkujiya Rohîngyayê ya 25'ê Tebaxa 2017'an êdî dubare nabe" û "Rohîngyayê biparêzin" bilind kirin.

Di encama rêzeêrîşên li ser Rohîngyayê li dijî navendên sînor di 25'ê Tebaxa 2017'an de hişt ku artêşa Burma hemleyeke leşkerî ya mezin li dijî kêmneteweya îslamî dest pê bike.