Rûsya: Washington amedekariyên êrîşeke ezmanî li dijî Sûriye dike

Rûsyayê ragihand ku Washington amadekariya êrîşeke ezmanî li dijî hêzên rêjîmê dike û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî welatiyên Idlibê hincet digire. Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Bolton gef li rêjîmê xwarin eger çekên kîmyewî li Idlibê bi kar bîne.

Rûsya: Washington amedekariyên êrîşeke ezmanî li dijî Sûriye dike
25 tebax, 2018   09:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşnîkov ragihand ku terorîstên Heyet Tehrîr El-Şam amadekariya xebateke sorkirinê dikin da ku Şamê tawanbar bikin ku ew çekên kîmyewî li dijî welatiyên sivîl li parêzgeha Idlibê bi kar tîne.

Konaşnîkov got li gorî agahiyên piştrast ku ji gelek çavkaniyan hatine wergirtin, komên terorîst ên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) amadekariya xebateke sorkirinê dikin û hewl didin lîstokekê bilîzin ku hêzên rêjîma Sûriyeyê çekên kîmyewî li dijî sivîlên Idlibê bi kar tîne.

Li gorî Konaşnîkov 8 bombeyên biklor ber bi gundekî nêzî bajarokê Cisir Şixor ve hatine birin û radestî komên terorîst ên Partiya Tirkistanê ya Îslamî hatine kirin da ku êrîşeke kîmyewî li dijî welatiyên Cisir Şixor pêk bîne.

Konaşnîkov di berdewama axaftina xwe de got ku tê plankirin ku çekdarên ku ji aliyê şîrketeke Brîtanyayê "Olive" da ku lîstoka rizgarkirina qurbaniyan ji êrîşa kîmyewî bikin û got ku ev koma çekdarên hatine perwerdekirin niha gihaştin devera Cisir Şixor.

Çavkaniyên hundirîn ji ajansa Sputnîkê re diyar kir ku tabûrekî leşkerî ya Tirkiyeyê ku ji 80 kamyonan pêk tê, di dergehê Keferlosîn re derbasî parêzgeha Idlibê bûye û ber bi xalên çavdêriyê yên Tirkiyeyê li gundewarên Idlibê û Hemayê ve çû.

Çavkaniyan ragihand ku di 8 kamyonan de depoyên klorê hebûn û barê xwe li baregeheke Partiya Îslamî ya Tirkistanî li gundê Hiloz ê rojavayê Cisir Şixor vala kiriye.

Çavkaniyan her wiha ragihand ku tabûra Tirkiyeyê di bin parastina çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê de derbasî axa Sûriyeyê bûne û li derdora devera Cisir Şixor bi cih bûne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ji aliyê xwe ve îro ragihand ku gemiya Amerîkayî gihaşt Kendava Erebî ku tê de 56 fûzeyên kiroz hatine barkirin.

Her wiha fûzeavêja stratejîk a Amerîkayê B-1B gihaşt baregeha li Qeterê û 24 fûze AGM-158 JASSM lê hatine barkirin.

Şêwirmendê serokê Amerîkayê yê ewlehiya neteweyî John Bolton gef li hêzên rêjîmê xwarin eger çekên kîmyawî li dijî welatiyan li Idlibê bi kar bîne.