Li Çînê şewat: 18 kesan jiyana xwe ji dest da

Di yek ji rawestgehên ava germ li bajarê Harbîn ê bakurê rojhilatê Çînê de şewat derket. Di encama şewatê de 18 kesan jiyana xwe ji dest da û 19 kesên din jî birîndar bûn.

Li Çînê şewat: 18 kesan jiyana xwe ji dest da
25 tebax, 2018   09:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî televîzyonên Çînê diyar kir ku derdora saet 4:30`an agir bi yek ji avahiyên ku ji 4 tebeqeyan pêk tê, ket. Nêzî 400 metrekare firehî şewitî û piştî 3 saetan agir hate vemirandin. Di encama wê de 18 kesan jiyana xwe ji dest da û 19 kesên din jî birîndar bûn.

(bx)