Şêniyên Dêrîkê ji ber sewalên beredayî bi gazinc in

Di demên dawîn de belavbûna ga û çêlekan li sûka Dêrîkê zêde bûye. Şênî, bi taybet ajokar û dikandar, ji ber vê yekê aciz in ji ber ku di gel gemar û bêhna nexweş derdixin jî, dibin sedema qezayên trafîkê.

Şêniyên Dêrîkê ji ber sewalên beredayî bi gazinc in
25 tebax, 2018   09:37

ÎSAM EBDULLAH / QAMIŞLO

Xwediyên ga û çêlekan ji bo ku sewal li ser çop û darên ku di nava rêyan de hatine çandin biçêrin, bi zanabûn sewalên xwe di nav kolanên Dêrîkê de serbest berdidin.

Ev diyarde dibe sedema belavbûna rêx û çopê di nav kolanan de. Her wiha ziyaneke mezin digihîne darên ku li ser peyarê û navîna rêyan û tevgera şêniyan asteng dike.

Tevî gelek hişyariyên Şaredariya Gel a Dêrikê, lê rê li ber vê diyardeyê nehat girtin.

Diyardeyek ne şaristanî ye û zirarê digihîne hawîrdorê

Welatiyê bi navê Nûbar Kencoyen ji şêniyên Dêrikê ye, destnîşan kir ku bajarê Dêrikê bajarekî gundewarî ye. Şêniyên wê sewalan xwedî dikin û wiha got: "Em ji ber sewalên beredayî zehmetiyan dikişînin. Çêl û ga ji çopê diçêrin û çopê belav dikin. Ev diyardeyek ne şaristanî ye. Tevî wê jî dibin sedema qezayên trafîkê."

Her wiha Kencoyan diyar kir ku ev diyarde bandoreke neyînî li ser hawîrdora bajêr dike û bang li xwediyên sewalan kir ku sewalên xwe beredayî nehêlin û cihên taybet ji wan re peyda bikin.

Ebdulah Hemze ji şêniyên Dêrîkê ye, diyar kir ku ji erka Buroya Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a Dêrikê ye, rê li ber vê diyardeyê bigire û belavokên hişyariyên bi rêya komîn û meclisan li ser xwediyên sewalan belav bikin da ku sewalên xwe serbest bernedin.

Her wiha Heze destnîşan kir ku dema qezayên trafîkê de tevî ku zirar digihîje wesayîta ajokar, ajokar mecbûr e muxlefeyê qezayê bide xwediyê sewalê ku di qezeyê de ziyan dîtiye.

Girtekên Şaredariya Gel a Dêrîkê li hemberî vê diyardeyê

Endama rêveber a Buroya Parastina Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a Dêrikê Şîlan Elî got ji bo rê li ber vê diyardeyê bê girtin wan belavokên qedexekirina hebûna sewalan di nav sûkê de balav kirine. Her wiha kesên derveyî van belavokan tev bigerin, dê rêzegirtek di heqê wan de bên girtin. Dema dubarekirina muxelefeyê dê bi 50 hezar lîreyên Sûriyeyê bên cezakirin.

Rexmî van girtekan lê hîna jî sewal di nav kolanên bajêr te serbest digerin. Şênî jî li benda çareseriyê ne.

(şx)

ANHA