Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Niha behsa hevpeymaneke Rûsî-Tirkî der barê Idlibê de tê kirin. Lê diyar e Tirkiye ku sponseriya komên terorîst ên wekî Cebhet El-Nusra dike, di rewşeke awarte de ye. Ji ber vê yekê Erdogan ji bo ku xwe rûreş neke serê xwe ditewîne. Rayedarên Filistînê jî piştrast kir ku serok Mehmûd Ebas dê alûgoriyên darayî ber bi Xezayê ve rawestîne eger Hemas agirbestê bi Îsraîlê re îmze bike.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
25 tebax, 2018   07:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijarên girîng kirin. Rojnameyan bal kişand ser rewşa li parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê û hevpeymana Rûsî-Tirkî ya girêdayî wê. Rojnameyan her wiha behsa rewşa siyasî li Iraqê û avakirina hikumeta wê kirin û bal kişand ser rewşa Filistînê û cezayên li ser Îranê hatine ferzkirin û dosyays Yemenê.

Pêşniyarên Rûsyayê ji bo çareserkirina girêka Idlibê

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyan bal kişand ser geşedanên li parêzgeha Idlibê. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Moskov û Enqere ji bo destûr û planekê ji Idlibê re li hev kir." Rojnameya El-Quds El-Erebî jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Civînên asta herî bilind ên Rûsya û Tirkiyeyê li Kirêmlînê ji bo çarenûsa Idlibê."

Rojnameya El-Heyat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya û Tirkiye ber bi planeke hevbeş ji bo çareserkirina girêka Idlibê ve." Rojnameyê diyar kir ku xuya dibe ku Rûsya û Tirkiyeyê li ser planeke hevbeş ji bo bidawîkirina dosyaya Idlibê di demeke nêz de li hev kiriye. Wezîrên karên derve û parastinê yên Rûsya û Tirkiyeyê û serokên îstixbarata her du welatan bi serok Vladîmîr Pûtîn re civiyan ku pesna hevkariya her du aliyan da ku doza Sûriyeyê were çareserkirin. Diyar bû ku helwesta Rûsyayê ji ya Tirkiyeyê nermtir bû da ku mijara Idlibê ya girêkok çareser bibe. Li gorî wezîrê karên derve Sêrgî Lavrov ev yek ji bo parastina sivîlan ji metirsiya çalakiyên tunekirina terorîstan e. Wezarata Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pêşniyarên diyar pêşkêşî Tirkiyeyê kirine da ku rewşa li Idlibê were çareserkirin. Di heman dema van civînan de Eniya Niştimanî ya Rizgariyê ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigire seferberî ragihand û bi daxuyaniyekê banga parastina ax û rûmetê kir ku ev vebijêra tekane ya tabûrên herêmê li hemberî tevger û daxuyaniyên derve û hundirîn e. Di heman demê de Parîsê ragihand ku dê peywendiyên xwe rasterast bi Şamê re pêk bîne.

Hin aliyên Moskovê yên xwedî agahî ji rojnameya El-Heyat re guman dikin ku plana ku Enqere û Moskov li ser li hev kiriye, ew e ku şerekî berfireh li Idlibê rû nede û Tirkiyeyê bi hin pêşniyarên rêjîm û Rûsyayê razî bûye û bêtir bala xwe kişandine ser doza rêxistinên terorîst di aliyên siyasî û leşkerî de û hevkariyeke hevbeş di navbera her du artêşan û dezgehên îstixbaratê de pêk were."

Erdogan hewl dide di Sûriyeyê de rûreş nebe

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Tirkiye pişaftina Cebhet El-Nusra pêşniyar dike da ku tecrîda li ser xwe bişikîne". Rojnameyê diyar kir ku aşkera ye civînên wezîrê karên derve Mewlûd Çavuşoglu, wezîrê parastinê Hulusî Akar û serokê îstixbaratê Hakan Fîdan ku ji Erdogan ve nêzîk in, ên li Moskovê, diyar dibe ku Tirkiye dixwaze roleke girîng li Idlibê rabe û ji bo Rûsyayê bi razîkirin bide, pişaftina Cebhet El-Nusra pêşniyar dike. Nemaze da ku Enqere ku di dosyaya Sûriyeyê de xwedî bandor e, rûreş dernekeve.

Xwebicihkirina hêzan li eniyên Idlibê

Girêdayî heman mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Xwebicihkirina li hemberî hev li gundewarên Idlibê û li nêzî Tenefê şerê li dijî DAIŞ'ê". Rojnameyê diyar kir ku rêjîmê hêza xwe li eniyên gundewarên Idlibê bêtir bi cih dike û li aliyê din jî Heyet Tehrîr El-Şam li heman eniyan seferber bûye. Hêzên rêjîmê pevçûnên xwe li dijî DAIŞ'ê li başûrê welat li nêzî baregeha Tenef a Amerîkayê (li sêkoşeya Sûriye, Urdun û Iraqê) didomîne. Welatiyên Siwêda jî li hemberî xemsariya Şamê tengezar bûne da ku girêdestekê bi DAIŞ'ê re pêk bîne û rehîneyan serbest berde.

Filistîn

Girêdayî rewş û mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ebas hewl dide fînansekirina Xezayê rawestîne eger Hemas agirbestê îmze bike."

Îran

Der barê rewşa li Îranê de jî rojnameyan diyar kir ku şîrketên rojavayî berdewam ji Îranê vedikişin û rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Siemens xwe vedikişîne û Tehran li pêşiya Lahey gilî dike."

Iraq

Girêdayî rewşa li Iraqê rojnameyan diyar kir ku hin aliyên şîayî hewl didin ji vekişandina Heşd El-Şehbî ji bajaran di aliyê siyasî de sûd wergirin. Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha got: "Ebadî 'siyasetkirina Heşd Şehbî' red dike û biryara vekişandina wê ji bajarên sunnî betal dike." Rojnameya El-Ereb jî wiha got: "Ebadî karta Heşd Şehbî di pêşbirka hikûmî ya têkçûyî de bi kar tîne."

Yemen

Girêdayî rewş û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hûsî bi fûzeyên balîstîk êrîşî sivîlan dikin".