Nûnerên saziyên olî yên Cizîrê serdana Şêxmeqsûd kirin

Saziyên Olî yên herêma Cizîrê bi boneya Cejna Qurbanê serdana taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.

Nûnerên saziyên olî yên Cizîrê serdana Şêxmeqsûd kirin
Nûnerên saziyên olî yên Cizîrê serdana Şêxmeqsûd kirin
Nûnerên saziyên olî yên Cizîrê serdana Şêxmeqsûd kirin
Nûnerên saziyên olî yên Cizîrê serdana Şêxmeqsûd kirin
Nûnerên saziyên olî yên Cizîrê serdana Şêxmeqsûd kirin
22 tebax, 2018   13:01

HELEB

Bi boneya Cejna Qurbanê û bi armanca xurkirina têkiliyên di navbera saziyên herêma Cizîrê û yên Helebê de, ji herêma Cizîrê berpirsê Giştî yên Desteya Karûbarên Olî ya Kantona Cizîrê Dewran El-Haşimî û Berpirsê Karûbarên Islamî yê herêma Cizîrê Mihemed Hemîd serdana taxa Şêxmeqsûd kirin.

Hevserokên MSD‘ê yên Buroya Helebê Fehîma Hemo û Mirai El-Şibilî, Berdevkê MSD‘ê û Berpirsê Hevdîtina Baweriyan a taxa Şêxmeqsûd Yehya Ebû El-Beraq û hejmarek endamên meclisê ve El-Haşimî û Mihemed Hemîd pêşwazî kirin.

Di serdanê de her du aliyên Cejna Qurbanê pîroz kirin û mijarên olî, rewşa dawî li Sûriyeyê, êrîşên têne kirin bi navê Islamê de nîqaş kirin.

Her wiha, her du aliyan çawaniya xurtkirina têkiliyên di buroyên Cizîr û Helebê û aktîvkirina buroyên olî da ku karibin rola xwe baştir pêk bînin, gotûbêjin kirin.

ANHA