Ji ber pere nedan hatin revandin!

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 5 welatî ji gundê Hec Qasim ê girêdayî navçeya Mabata ya kantona Efrînê, ji ber ku pere nedan ew revandin.

Ji ber pere nedan hatin revandin!
22 tebax, 2018   09:05

EFRÎN

Navên kesên ku hatine revandin li gorî çavkanî wiha ne: Egîd Qedrî Hesen, Merwan Hemo Hesen, Ridwan Hemo Hesen, Elî Henan, Mehmûd Ixtiyar Horîk.

Li gorî çavkanî kesên ku hatine revandin, artêşa tirk a dagirker û çeteyên ji her yekî 700 hezar dixwest, ji ber ku welatiyan nikaribû bide, ew revandin.

Heman çavkanî got, dagirkeriya Tirk darên derdora gund jî dişewîtine.

(kc)

ANHA