Li Dirbêsiyê pirsgirêka bihabûna kirêya xaniyan

Di demên dawîn de li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê pirsgirêka bihabûna kirêya xaniyan derketiye, rêveberên Beşa Teknîkî ya Şaredariya Gel diyar kir ku heke welatî gilî nekin ew nikarin mudaxeleyê bikin.

Li Dirbêsiyê pirsgirêka bihabûna kirêya xaniyan
Li Dirbêsiyê pirsgirêka bihabûna kirêya xaniyan
Li Dirbêsiyê pirsgirêka bihabûna kirêya xaniyan
Li Dirbêsiyê pirsgirêka bihabûna kirêya xaniyan
Li Dirbêsiyê pirsgirêka bihabûna kirêya xaniyan
22 tebax, 2018   07:54

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Pirsgirêka bihabûna kirêya xaniyan li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê derketiye pêş. Ev pirsgirêk bi taybet di dema ku şêniyên gundên derdorê berê xwe didin navenda navçeyê de, her wiha koçberiya ji herêmên din Sûriyeyê ber bi navçeyê ve rû daye.

Rexmî ku şaredariyê buhayê kirêya xayînan diyar kiriye, lê her yek li gorî xwe kirê dike. Kirêya xwaniyên axê ji 20 hezar lîreyên Sûrî û jor de ye, yên din jî di navbera 35 û 40 hezar lîreyan de ye, xwediyên dikanan jî du qat buhayê ku şaredariyê diyar kiriye, zêde kirine.

Wekî Ajansa Nûçeyan a Hawarê li ser vê mijarê me nêrînên welatiyan girtin. Îsmet Hiznî dibêje: "Em pirsgirêka bihabûna kirêya xaniyan dikişînin, em xaniyên kevn ên axê bi 20 hezar lîreyên Sûrî kirê dikin, dema xirab dibin jî em sererast dikin û buhayê sererastkirina wê didin. Em ji şaredariyê dixwazin li ser vê pirsgirêkê bisekine."

Welatiyê bi navê Dilhat Ehmed jî anî ziman ku kirêya xaniyan li beramberî mûçeyên wan buha ye û wiha domand: "Kirêya xaniyan pir buha ye, derfetên me têrê nakin."

Li gorî agahiyên ku me ji buroyên emlakan girtine, buhayê kirêya xaniyan di cihê xwe de ye, li taxa Şerqî ya navçeyê kirê buha ye, ji taxa Xerbî jî cudavye, bi taybet piştî ku ji gundan hatin navenda navçeyê bi cih bûn.

Rêveberê Beşê Teknîkî yê Şaredariya Gel a Navçeya Dirbêsiyê Masûm El-Ehmed sedema buhabûna kirêya xaniyan ji me re diyar kir û anî ziman ku hatine şêniyên ji gundan a ber bi navenda navçeyê  ve û koçberiya ji herêmên din hişt ku pirsgirêk zêde bibe.

El-Ehmed destnîşan kir ku Beşa Teknîkî ya Şaredariyê biryarnameyek derxistiyê û buhayê kirîna malan diyar kiriye. Xaniyên ax 10 hezar lîreyên Sûrî, xaniyên çemento 20 hezar û yê şiqe jî 25 hezar lîre ye. El-Ehmede her wiha anî ziman ku heke kes gilî neke ew nikarin mudale bikin.

Masûm El-Ehmed di dawiya axaftina xwe de, bang li welatiyan kir dema ku kesek kirêya xaniyan buha bike û li gorî biryariyên şaredariyê tevnegeriyan wan agahdar bikin da ku tedbîrên pêwîst bigirin.

(bb)

ANHA