Kesayeta welatparêz dayika Edla Mûrad jiyana xwe ji dest da

Dayika Edla Mûrad hevjîna têkoşer Şehîd Îsa Hiso, dayika şehîd Ferhad û Orhan, xwişka şehîd Hebûn Qamişlo, ji ber nexweşiyê de îro di temenê xwe yê 67 salî de jiyana xwe ji dest da.

Kesayeta welatparêz dayika Edla Mûrad jiyana xwe ji dest da
Kesayeta welatparêz dayika Edla Mûrad jiyana xwe ji dest da
Kesayeta welatparêz dayika Edla Mûrad jiyana xwe ji dest da
Kesayeta welatparêz dayika Edla Mûrad jiyana xwe ji dest da
Kesayeta welatparêz dayika Edla Mûrad jiyana xwe ji dest da
21 tebax, 2018   20:37

QAMIŞLO

Dayika Edla Mûrad, li gundê Ebû Rasên (Girbawî ) sala 1951‘î de ji dayik bûye, hevjîna şehîdê Rêveberê PYD û TEV-DEM‘ê Hiso yê ku di 2013‘an de di encama teqîna li dijî erebeya wî de jiyana xwe ji dest dabû, çû ser dilovaniya xwe.

Edla Mûrad, dayika du şehîdan e, şehîd Ferhad ê ku di 21‘ê Tebaxa 2005‘an li herêma Trabzonê li Çiyayê Kurdistanê şehîd bû, Şehîd Orhan ê ku di êrîşa çekdarên PDK‘ê ya li ser  herêma Xanesorê ya Şengalê 3‘ê Adara 2017‘an şehîd bû û xwişka şehîda Hebûn Qamişlo ye.

Têkildarî kesayeta dayika Edla û têkoşîna wî, keça wê Bêrîvan Hiso dibêje, "Di dema şehadeta birayên min Ferhad de, dayik û bavê min çûne Bakurê Kurdistanê da ku cenazeyê wî werin Qamişlo veşêrin. Rexmî astengiyên dewleta faşîzm a Tirk û rêjîma Sûriyeyê dayika min bi hêz û israra xwe cenaze derbas kir. Di dema merasîmê de dê û bavê min sond xwarin ku ew ê xeta têkoşînê berdewam bikin ta dilopa dawî ji xwînê."

Bêrîvan destnîşan kir ku rêjîma Sûriyeyê gelek caran bavê wê girtin û di girtîgehê de êşkece dikirin, lê dîsa jî bavê wê yek gav paş de ne avêt û têkoşîna xwe ya ji bo gelê xwe berdewam kir û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Dayika min jî wisa bû, di her kêliyan de destek dida bavê min û em li ser heman fikirî xwedî kirin. Piştî şehadeta bavê min israra dayika min a berdewamkirina xeta têkoşînê zêde dibû. Li ser vê riyê birayê min ê biçûk Orhan şehîd bû, dîsa jî hêza dayika min xurtir dibû, di roja şehadeta birayê min Ferhad û di heman saetê de dayika min wefat bû. Dayika min soza ku dabû bavê û zarên xwe pêk anîn."

Cenazayê dayika Edle Mûrad dê sibe çarşemê saet di 09:00‘an ji bajarê Qamişlo ber bi gundê Girbawî were oxirkirin.

(bb)

ANHA