′PDK`ê di êrîşa li dijî Şengalê de alîkariya dijminan kir′

Gelê Kurd ê li paytexta Sûriyeyê Şamê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser kerwanê Mam Zekî Şengalî şermezar kir. Her wiha diyar kirin ku Mam Zekî ji bo xizmeta gelê xwe jiyana xwe feda kir û destnîşan kirin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) alîkariya Tirkiyeyê kir.

′PDK`ê di êrîşa li dijî Şengalê de alîkariya dijminan kir′
′PDK`ê di êrîşa li dijî Şengalê de alîkariya dijminan kir′
′PDK`ê di êrîşa li dijî Şengalê de alîkariya dijminan kir′
′PDK`ê di êrîşa li dijî Şengalê de alîkariya dijminan kir′
′PDK`ê di êrîşa li dijî Şengalê de alîkariya dijminan kir′
′PDK`ê di êrîşa li dijî Şengalê de alîkariya dijminan kir′
′PDK`ê di êrîşa li dijî Şengalê de alîkariya dijminan kir′
′PDK`ê di êrîşa li dijî Şengalê de alîkariya dijminan kir′
20 tebax, 2018   11:04

ŞAM

Di salvegera komkjiya gundê Koço ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li ser gelê Êzidî pêk hat û di encama wê de bi dehan Êzidî şehîd bûn, artêşa tirk a dagirker komkujiyek din pêk anî û di encama wê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû.

Gelê kurd li taxa Zorava ya paytexa Sûriyeyê Şamê ew komkujî û kesê ku destê wan tê de heye, şermezar kirin. Kurdên li Şamê destnîşan kir ku şehîd Mam Zekî alîkariya gelê Êzidî kir ku gelek caran rastî komkujiyan hatiye.

Kurdên li Şamê îşaret pê kir ku gelê Kurd biryar da ku xwe bi xwe xwe bi rê ve bibe, lê dijminên wan û dijminê gelê Êzidî bi her awayî hewl didin îradeya wan bişikînin. Her wiha di axaftinan de hate gotin ku êrîşa li ser kerwanê Mam Zekî piştî serdana serokwezîrê Iraqê Heydar El-Ebadî ji Tirkiyeyê re pêk hat.

Malbata Barzanî hevkariya dijminên kurdan dike

Her wiha hate gotin ku Tirkiye siyaseta xwe ya qirkirina Kurdan didomîne û siyaseta hikumeta herêma Kurdistanê şermezar kirin û desetnîşan kirin ku Mesûd Barzanî ji destpêka tevgera azadiyê ve dijminatiya tevger û gelê Kurd dike û bi dewleta Tirk re yekitiya xwe ava dike, têkiliyên xwe bi dijminên gelê Kurd re xurt dike.

Kurdên li Şamê diyar kir ku êrîşa li ser Şengalê ku di encama wê de endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî şehîd bû, bi hevkariya PDK`ê û malbata Barzanî pêk hat ku destek da Tirkiyeyê ku hişt dewleta Tirk îstîxbaratên xwe derbasî herêmê bike da ku operesyonan pêk bîne.

Di dawiyê de gelê Kurd ê li Şamê diyar kir ku Mam Zekî ji bo birêxistinkirina gelê Êzidî ku rastî komkujiyan hat, canê xwe feda kir û destnîşan kir ku piştî êrîşa di 3`yê Tebaxa 2014`an de li ser gelê Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hat, Mam Zekî gelê Êzidî di hemû aliyan de bi rêxistin kir û li ser parastina gelê Êzidî israr kir.

(bx/ew)

ANHA