'Tirkiye sunneta pêxember ji rê derdixe'

Oldarê bi navê Mela Îbrahîm Xalo diyar kir ku hin dewletên wekî Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wî hewl didin sunneta pêxember ji rê derxin û ola îslamê xistine ber berjewendiyên xwe û di bin navê îslamê de şerê cîhanê dikin. Xalo got ku ev destdirêjiyên Tirkiyeyê dûrî nirx û rêgezên mirovî û hişmendiya mirovahiyê ne.

'Tirkiye sunneta pêxember ji rê derdixe'
20 tebax, 2018   11:04

COMERD ŞÊXO – ÎBRAHÎM EL-EHMED / QAMIŞLO

Şêxê mizgefta El-Sidîq ya taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo Mela Îbrahîm Xalo hatina cejna Qurbanê li hemû gelên herêmê û giştî misilmanên cîhanê pîroz kir û aramî ji Sûriyeyê re hêvî kir.

Mela Îbrahîm Xalo destnîşan kir ku cejna Qurbanê cejna hevgirtina hemû misilmanên li ser zemînê ye û wiha got: "Îro em di roja bercejnê de ne ku wekî roja Erefatê tê nasîn. Di vê rojê de misilmanên ku li Mekeyê heca xwe dikin li çiyayê Erefatê kom dibin. Ji ber ku Xweda xêr û bereket daxist ser wî çiyayî."

Mela Îbrahîm xwe spart ayetên Quranê û got ku Xweda zemîn ji giştî mirovahiyê re ava kiriye û ne tenê ji Tirkan an Faris an Ereban re, lê belê ji hemû neteweyên cîhanê û hemû zimanan re ava kiriye.

Der barê êrîşên di bin navê ola îslamê de tên meşandin de Mela Îbrahîm wiha anî ziman: "Cihê radîkalbûnê di ola îslamê de tune ye. Îslam nabêje bila neteweyek li ser xwîna neteweyeke din di bin navê olê de bijî. Ola îslamê ola biratî û hezkirinê ye."

Mela Îbrahîm got ku hin hikumetên wekî Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê wekî çeteyên DAIŞ'ê hewl didin di bin navê ola îslamê de destdirêjiyê li mafên mirovan bikin û çand û zimanê xwe li ser neteweyên din ferz bikin û naxwazin ji bilî wan tu kes li ser erdê bijî.

Mela Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de got ku dewletên wekî Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê hewl didin sunneta pêxember ji rê derxin û ola îslamê li gorî berjewendiya xwe bidin xebitandin û şerê cîhanê di bin navê ola îslamê û Xweda de dikin.

Mela Îbrahîm got ku dewleta Tirk dibistan, mizgeft û dêran hildiweşîne û wiha domand: "Ev destdirêjiyên Tirkiyeyê tu carî nayên qebûlkirin. Ne ji mafê tu aliyan e êrîşî mizgeft û dêran bike. Ola îslamê ev yek qedexe kiriye. Ev destdirêjî û sûcdariyên Tirkiyeyê dûrî nirx û rêgezên mirovahî û hişmendiya mirovahiyê ne."

Mela Îbrahîm Xalo li ser navê oldarên îslamî yên herêma Cizîrê bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê kir ku bi van hewldanên dijmin neyên xapandin û maf, ax û namûsa xwe biparêzin.

ANHA