Dagirkeran dîsa welatiyên Efrînê revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek sivîl ji gundê Kefer Sefra yê girêdayî herêma Cindirêsê revandin. Ji aliyekî din ve jî dagirkeriya Tirkiyeyê hinek çeteyên ji Tabûra Mişel Temo girtin.  

Dagirkeran dîsa welatiyên Efrînê revandin
19 tebax, 2018   12:23

EFRÎN

Çavkaniyekî ji herêma Cindirêsê ya Efrînê ragihand ku artêşa dagirker û çeteyan ku sivîl ji gundê Kefer Sefra revandine, birin cihekî nediyar.

Heman çavkanî got artêşa Tirk a dagirker hinek çete ji Tabûra Mişel Temo girtin, lê sedema girtina wan nehat zanîn. Ji çeteyên ku hatine girtin navê Çîlo Xelîl Ekaş û Ebdo Eyûb hate naskirin.

(kc)

ANHA